• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

    Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

    Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

    Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 12ê MIJDARA 2025AN

    Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kir

    Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kir

    Kurtulmuş û kordînatorên partiyên siyasî dest bi civînê kirin

    Civîna komîsyonê careke din hat taloqkirin

    Salîh Mûslîm: Tirkiye peymana 10ê adarê qebûl kiriye

    Salîh Mûslîm: Tirkiye peymana 10ê adarê qebûl kiriye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

    Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

    Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

    Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 12ê MIJDARA 2025AN

    Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kir

    Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kir

    Kurtulmuş û kordînatorên partiyên siyasî dest bi civînê kirin

    Civîna komîsyonê careke din hat taloqkirin

    Salîh Mûslîm: Tirkiye peymana 10ê adarê qebûl kiriye

    Salîh Mûslîm: Tirkiye peymana 10ê adarê qebûl kiriye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

55 saziyên Şirnexê ji bo aştiyê daxuyanî dan

Şirnex / AW

22 TÎRMEH 2025 - 19:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Şirnexê 55 saziyên sivîl, karmend, hiqûqî daxuyanî dan û daxwaza aştiyê kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew weke saziyên Şirnexê piştgiriya aştiyê dikin û bang li hee kesî kirin ku xwedî li pêvajoyê derbikevin. 
Li Şirnexê  55 saziyên sivîl, karmend û hiqûqê li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd daxuyanî dan û daxwaza aştiyeke mayînde kirin. Daxuyanî li Qada Cumhuriyetê ya navenda Şirnexê pêk hat. Endam û nûnerên saziyên di daxuyaniyê de cih girtibûn û bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Şirnex aştiyê dixwaze” hat hilgirtin.
Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik ve hat xwendin. Abdullah Findik anî ziman ku ew êşa şer dizanin lê xweşiyê aştiyê nizanin û dixwazin ferî xweşiya aştiyê bibin. Abdullah Findik bi lêv kir ku aştî bi xwe re başbûna aborî jî tîne û wiha got: “Em xwedîderketina vê pêvajoyê bi nirx dibînin. Bi piştgiriya gel pêvajo wê xurtir bibe. Bila bê zanîn ku ew firseteke dîrokî ye. Gava herî girîng a ku dewlet bavêje; reflekseke lezgînî nîşanî daxwaza aştiyê bide û piştgiriya daxwaza aştiyê ya gel bike. Ji bo wê jî berpirsyariya her kesî pir girîng e û divê hemû kes di uslub û tevgera xwe de baldar bibin ku rê li ber provakasyonan venekin. Divê zimanê aştiyê hakîmî her derê bibe. Ew yek ne tenê jiholêrakirina çekan e divê dawî li zext, qedexê û tundiyê were.”
‘Aştî çareseriya pirsgirêkan e’ 
Di berdewama axaftina xwe de Abdullah Findik destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de azadiya fikir û raman, bêalîbûna dadgehan şert e û ev tişt anîn ziman: “Heke wisa nebe aştî tenê di daxwazan de dimîne û civakî nabe. Bingeha hemû pirsgirêkên civakî ji krîza aborî bigire, heta tenduristî, perwerdehî û qetilkirina jinan e. Ji ber wê jî aştî çareseriya pirsgirêkan e. Em cara yekem zemîneke wisa bi plan û ewle derketiye holê. Xwedîderketin û mezinkirina vê zemînê peywîra me hemûyan e. Di aştiyê de kesekî winda bike tune ye. Îro tişta herî bi nirx ku em bidin kesên me yên windakirine aştî ye. Parastina aştiyê parastina jiyanê ye. Em jî weke saziyên Şirnexê ji bo mezinkirina pêvajoya aştiyê soz didin. Divê edî ew welat bigihêje aştiyê û di nava aştiyê de bijî.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
Etîket: aştîdaxuyanîsazîŞirnex
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Bi girseyî serdana şîna Lokman Urun kirin

Bi girseyî serdana şîna Lokman Urun kirin

11 MIJDAR 2025
Di 10 mehan de 9 kesan ji ber ferzkirina sixurtiyê serî li ÎHDê dane

Di 10 mehan de 9 kesan ji ber ferzkirina sixurtiyê serî li ÎHDê dane

11 MIJDAR 2025
Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev ne qeza ye, qetlîam e

Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev ne qeza ye, qetlîam e

10 MIJDAR 2025
Dengê balafirên şer xelkê Amedê bêzar dike: Bila êdî balafirên şer nefirin

Dengê balafirên şer xelkê Amedê bêzar dike: Bila êdî balafirên şer nefirin

8 MIJDAR 2025
Li Enqereyê komxebata Aştî û Demokrasiyê

Li Enqereyê komxebata Aştî û Demokrasiyê

1 MIJDAR 2025
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Kobanê warê şînbûna yekîtiya neteweyî ye

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Kobanê warê şînbûna yekîtiya neteweyî ye

1 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (174)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne