awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

9 jê rojnameger 14 kes sewqî edliyeyê kirin

Navenda Nûçeyan /AW

22 KANÛN 2024 - 17:40
Kategorî: DARAZ
A A
Di çalakiya protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn a li Setenbolê de 14 kes hatibûn binçavkirin. 9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basin-Îşê duh xwestin qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Qada Şîşhane ya Stenbolê protesto bikin. Rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rojnamegeran jî piştgirî dan. Polîsan êrişî girseyê kir û rojnameger jî di nav de 59 kes binçav kirin. Ji binçavkiriyan 45 jê duh piştî karûbarên qereqolê hatin berdan.

Rojnameger Hayrî Tunç, Gulistan Dursun, nûçegihana ETHAyê Pinar Gayip, nûçegihana Gazete Patîkayê Yadîgar Aygun, nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal, Zeynep Kuray, ji Rojnameya Yenî Yaşamê Mahsum Saglam, Enes Sezgîn û Osman Akin jî di nav de 14 kes sewqî Edliyeya Çaglayanê kirin.

Binçavkirî bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandan” û “Propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Dozgeriyê; piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir.

Karûbarên rojnameger û 5 binçavkiriyên din ên li dadgeriyê didome.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Balafira serfermandarê artêşa Lîbyayê li Enqereyê ket

Balafira serfermandarê artêşa Lîbyayê li Enqereyê ket

24 KANÛN 2025
HSDê êrîşa çeteyên DIAŞ’ê li ser gundewarê Dêrazorê têk bir

HSD: Li Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞê kuştin

23 KANÛN 2025
Mûçeya asgarî ya sala 2026an diyar bû

Mûçeya asgarî ya sala 2026an diyar bû

23 KANÛN 2025
Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Êrîş ji berê ve hatibû plankirin

Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Êrîş ji berê ve hatibû plankirin

23 KANÛN 2025
Belgîn Kanat 10 sal şûnde ji girtîgehê derket

Belgîn Kanat 10 sal şûnde ji girtîgehê derket

23 KANÛN 2025
Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin bibîranîn

Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin bibîranîn

23 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • KANÛN 2025 (472)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne