Wan – Nivîskar Elîf Gemîcîoglû û weşanger Qahir Bateyî bal kişandin ser astengî û qedexeyên li ser weşangeriya kurdî û destnîşan kirin ku ji bo parastina hebûn û ziman, divê hişmendiya Kurdewarî û weşangeriyê bê xurtkirin.
Nivîskarî û wêjekarî di dîroka mirovahiyê de her dem wekî hunera rêzkirina peyvên ku ji kûrahiya dil û ezmûnan dertên, hatiye pênasekirin. Lê îro di sedsala bîst û yekemîn de, ev qada qedîm rastî astengiyên nû tê. Weşangeriya Kurdî ji ber ku statuyeke zimanê Kurdî nîne, rastî eleqeya ku heq dike, nayê û lawaz e. Lê tevî vê bêstatubûnê jî xwe li ser pêyan digire û roj bi roj pêş ve diçe.
‘Baweriya xizmetkirina ji bo ziman weşangeriya Kurdî li ser pêyan digire’

Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî ku li Wanê xebatên xwe dimeşîne, bal kişand ser bandora giran a bişavtin û teknolojiyê ya li ser nifşê nû û wiha got: “Bi rastî jî em nikarin bêjin ku eleqeyeke mezin ji bo pirtûkên Kurdî hene. Bi taybetî ev nifşê nû ji Kurdî û Kurdewariyê gelekî dûr e. Sedema herî mezin ew e ku bişavtina li ser zimanê Kurdî gelekî bi pêş ketiye. Pêşveçûna teknolojiyê û hwd. hemû dibin sedem ku nifşê nû ji Kurdî dûr bikeve û bêguman ev yek bandoreke neyinî li ser weşangeriya Kurdî jî dike. Ji ber van sedeman, rewşa weşangeriya Kurdî xerab e. Lê wekî ku tê gotin ‘Em bi hêza îmanê li ser pêyan in.’ Ew baweriya xizmetkirina ji bo ziman, çand û dîroka Kurdî ye ku weşangeriya Kurdî li ser pêyan digire. Di nav gelek zor û zehmetiyan de em weşangeriya Kurdî li ser pêyan digirin.”
‘Wesangerî di navbera civak û edebiyatê de pirek e’
Qahir Bateyî destnîşan kir ku weşangerî di navbera civak û edebiyatê de wekî pirekê ye û wiha pê de çû: “Heke weşangeriya Kurdî xurt bibe, bêguman dê li ser zimanê Kurdî jî bandoreke gelekî baş çêbibe. Mînak, weşangerî di navbera xwendevan û nivîskaran de pirek e, her wisa di navbera civak û edebiyatê de jî pirek e. Bi vê pirê, edebiyat, dîrok, ziman û çanda Kurdî bi awayekî nivîskî derbasî nava civakê dibe. Ev yek jî bixwazî nexwazî ziman pêş ve dibe û bandoreke gelekî erênî li ser zimanê Kurdî dike.”
‘Xwendin pêş ve biçe dê ziman di nava jiyanê de belav bibe’
Bi domdarî Qahir Bateyî anî ziman ku belavbûna pirtûkan rasterast bandorê li jiyana rojane dike û wiha berdewam kir: “Heke îro bi hezaran û deh hezaran pirtûkên Kurdî bên firotin û bên xwendin, hûnê bibînin ku Kurdî çawa dikeve nava malbat û jiyana Kurdan. Ev yek dihêle ku ziman ji bo xwe qadekê biafirîne, pêş ve biçe û xwe li hemberî bişavtinê biparêze.”
‘Hişmendiya ziman ava bibe dê ziman jî pêş bikeve’
Qahir Bateyî bal kişand ser girîngiya ziman a ji bo hebûna miletan û ev tişt vegot: “Ji bo pêşketina weşangeriya Kurdî divê xwendin hebe, heke xwendin tune be, çendî hilberîn hebe û depoyên pirtûkan tije bin jî pirtûk nayên firotin. Ji bo vê yekê jî divê hişmendiya xwedîderketina li Kurdî hebe. Di nav civakê de pirsgirêka herî mezin tunebûna vê hişmendiya Kurdewariyê ye. Divê civak nebêje ‘ziman hebe jî dibe, nebe jî dibe.’ Ziman şertê pêşîn ê hebûnê ye. Heke ziman nebe, miletek nikare miletbûna xwe diyar bike, ew milet êdî ne milet e, heliya ye. Ji ber vê yekê divê ew hişmendî di nava civakê de çêbibe daku xwedîderketina li ziman pêk bê. Dema xwedîderketina li ziman çêbû, ziman geş dibe û wekî min got, qadeke jiyanê ya berfireh di nava civakê de ji xwe re ava dike. Zimanê Kurdî li ber metirsiyeke gelekî mezin e, heke em li gorî vê hişmendiyê bi rêve biçin, ew metirsî dê ji ser zimanê Kurdî rabe, ziman dê dewlemendiya xwe biparêze û karibe li ser piyan bimîne.”
‘Rewşa siyasî rasterast bandorê li ser weşangeriyê dike’

Nivîskar Elîf Gemîcîoglû jî anî ziman ku her çend weşangeriya kurdî piştî salên 2000î hinekî bi pêş ketibe jî ji ber rewşa siyasî her dem bi qedexekirin û astengiyan re rû bi rû maye û wiha got: “Em dikarin bêjin ku piştî salên 2000î, weşangeriya Kurdî hinekî bi pêş ketiye. Lê her wisa ji ber rewşa siyasî, gelek pirtûk hatin qedexekirin û komkirin. Lewra rewşa siyasî bandoreke rasterast li ser weşangeriya Kurdî jî dike. Lê di van salên dawî de, bi taybetî di nav ciwanan de hişmendiya Kurd û Kurdewariyê bi pêş dikeve ango eleqeya li ser pirtûkên Kurdî zêde bûye. Her çend saziyên Kurdî hatibin girtin jî, dîsa çend sazî hatine avakirin; ciwan her dem tevli van dergehan bûne û dibin.”
‘Xebatên heyî têrê nakin’
Gemîcîoglû destnîşan kir ku li dijî bişavtinê xebat li ser ziman û weşangeriyê tên meşandin û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Gelo mirov dikare bêje ev xebat têrê dike? Na, têrê nake. Weşangeriya Kurdî, pirtûkên Kurdî û xebatên zimanê Kurdî li dijî asîmîlasyonê di nav şerekî de ne. Ev xebat li gorî rewşa siyasî carna pêş ve diçin carna jî paş ve diçin. Lê ziman mijareke qedîm e û her dem li ser pêyan maye. Ev yek, bê guman dê bandoreke erênî li ser xurtbûna weşangeriya Kurdî jî bike.”
‘Hê jî polîtîkayên tunekirinê berdewam in’
Di berdewamiya axaftina xwe de Elîf Gemîcîoglû bal kişand ser bandora medyaya dîjîtal a li ser kêmbûna xwendina pirtûkan û wiha domand: “Bi giştî di vê demê de ji ber medyaya dîjîtal, eleqeya li ser xwendina pirtûkan gelekî kêm bûye; ev rewş ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesî wisa ye. Her çiqas li bakurê Kurdistanê pirtûk bên çapkirin jî, ev kar heta astekê qedexe ye. Heta niha jî li ser zimanê Kurdî, weşangeriya Kurdî û pirtûkên Kurdî polîtîkayên tunekirinê berdewam dikin. Mijara girîng ew e ku weşangeriya Kurdî çiqasî azad be, dê ew qasî hêz û baweriyê bide gel û bide van kesên zimanhez ên ku dixwazin di vî warî de binivîsin. Wekî mînak; Kurdek dibêje ‘ez ê pirtûkekê binivîsim’, lê roja din ew pirtûk tê komkirin û qedexekirin, an jî nayê xwendin. Lê gava ku pêşiya weşangeriya Kurdî hat vekirin, dê pêşiya zimanê Kurdî û xwendina Kurdî jî vebe.”
‘Ji bo ziman mil bidin bin vî barî’
Elîf Gemîcîoglû anî ziman ku divê çareseriya astengiyên li pêşiya ziman û weşangeriyê ji du aliyan ve bigirin dest û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Di vê mijarê de divê mirov ji du aliyan ve lê binêre. Pêşiyê aliyê siyasî ye. Di sedsala 21emîn de, di mijara qedexekirina pirtûkan û qedexekirina ziman de, lazim e êdî tu dewlet ji bo xwe rûreşiyan çêneke û divê ev tundî ji holê rabe. Ji aliyê din ve jî divê Kurd bi taybetî jin û ciwan, di vî warî de hinekî bi xîret û bi bawer bin, mil bidin bin vî barî daku karibin zêdetir ziman û weşangeriyê pêş ve bibin.”

















