Amed – Mehmet Yildirim li gundê Neniyasê yê Licê dema di serdegirtina malê de hat înfazkirin. Hevjîna Mehmet Yildirim, Sevîm Yildirim destnîşan kir leşkeran beriya cejnê hevjînê wî înfaz kirin û got: “Li şûna darizandina hiqûqî pêk bînin înfaz kirin.”
Hevjîna Mehmet Yildirim ê ku li gundê Neniyasê yê Licê di serdegirtina malê de hat înfazkirin, Sevîm Yildirim, kêliyên hovîtiyê ji Ajansa Welat re parve kir. Sevîm Yildirim anî ziman ku hevjîna wê ruxmî ku 12 salan di nav vê têkoşînê de cih girt, 6 salan di girtîgehê de ma û 24 dozên cuda jê re hatin vekirin jî li şûna darizandineke hiqûqî, bi awayekî hovane hat înfazkirin.
Li herêma pîroz û birîndar a Kurdan, polîtîkayên înfaz û zextê yên dewletê rûpelek biêş li dîrokê zêde dikin. Yek ji van mînakên giran Mehmet Yildirim ê di 24ê Gulana 2024an de li mala xwe ya li gundê Nenyasê yê Licê di serdagirtina malê de hatibû kuştin e. Mehmet Yildirim ku bi salan di hedefa daraza dewletê û hêzên ewlekariyê de bû, di encama serdegirtina mala xwe de, li ber çavên malbata xwe hat qetilkirin. Hevjîna wî Sevîm Yildirim, wan kêliyên giran, hovîtiya leşkeran û berxwedana zarokên xwe ji ajansa me re axivî.
‘Vê cejnê ez ê li ber we bim’
Sevîm Yildirim destpêka wê roja reş û her wiha hestên malbata xwe wiha tîne ziman: “Rojeke biharê bû, em ji bo karên xwe amade bûn. Saet dor heft û nîvê sibehê bû. Zarokên me ji bo cejnê cilên nû stendibûn û nîşanê bavê xwe didan. Keça min a mezin jê re got, ‘Bavo, heta tu neyê ez van cilan li xwe nakim.’ Mehmet li wê vegerand û got, ‘Min soz daye we, ez ê vê cejnê li ba we bim, ez ê di mal de bim.”
Kêliya hovîtiyê û dengê çekan
Sevîm Yildirim, kêliya ku hêzên dewletê bi ser malê de girtin û hovîtiya ku qewimî wiha rave dike: “Ez çûm min deriyê derve vekir, di wê kêliyê de erebeyek bi lez ket ber derî û binê wê li erdê ket. Min baz da ser balkonê, min dît ku dijmin xwe ji erebeyê diavêje xwarê; pîqabeke mezin bû. Ji bo ku dor li me bigrin, ber bi pişta malê ve diçûn. Min li camê xist daku wan hişyar bikim. Ez hatim nava derî, şehîd Sofî û kurê min hatibûn ber derî. Ez ji tirsan ketim erdê, qêriyam û got ‘Dijmin ha!'”
Di berdewama axaftina xwe de Yıldırım destnîşan kir ku hevjîna wê Mehmet, ji bo zirarê nede malbata xwe, ber bi deriyê paş ve baz daye û wiha pêde çû: “Min jê re got neçe lê wî got ‘Na, min berde ez ê ji vir derkevim.’ Ew derket û me derî girt. Me xwest em ber bi pêş ve baz bidin daku dijmin bi me ve mijûl bibe û ew xelas bibe. Hêj em negihîştibûn ber derî, dengê çekan hat. Ez derketim ser merdivenan, min xwest ez herim serê rê daku bala dijmin bikişînim ser xwe û ew rizgar bibe. Lê leşkeran dor li min girtin û gotin ‘Bikeve hundir.’ Ez hatim mitbexê, li wir ziyan û gaza rondikrêjê bi ser me de berdan. Min tenê qêrîn û hawar dikir.”
‘Bênavber li Mehmet digeriyan’
Sevîm Yildirim daxuyand ku piştî dengê çekan sekiniye leşkeran malê serûbûn kirine, bi saetan li gund mane û ev tişt vegot: “Gava ez hatim derve, min tiştek nedît. Ez û zarok tenê mabûn. Birîndarên wan jî hebûn û behsa birîndarên xwe dikirin. Ji min re digotin ‘Mehmet li ku ye, Mehmet li ku ye?’ û lê digeriyan. Min got ez nizanim. Li her derê malê geriyan. Kurê min ê mezin jî birin û kirin erebeyê. Saet ji dehan heta sê û nîvê piştî nîvro li gund man. Ji me re negotin ku şehîd ketiye. Min ji xwe re digot, madem ew qas lê digerin, nexwe ew ne girtine. Min bawer nedikir ku wî kuştine.”
Yildirim diyar kir ku saet di duduyê şevê de ji aliyê muxtarê gund ve jê re telefon hatiye û jê re gotiye ku ji bo tespîtkirina cenazeyê biçe Saziya Tipa Edliyê (ATK) û wiha got: “Min wê çaxê fêm kir ku ew şehîd ketiye. Em heta êvarê li wir man û pişt re cenazeyê dan me.”
’24 doz hatin vekirin lê tu delîl tunebûn’
Sevîm Yildirim bal kişand ser serboriya hevjîna xwe ya têkoşînê û bêhiquqiya darazê û ev nirxandin li ser axaftina xwe zêde kir: “Mehmet Yildirim 12 salan di nav vê têkoşînê de cih girt. Ket girtîgehê û 6 salan di hundir de ma. Ji bo ku were girtin, 9 salan xelat danîn ser serê wî û bi giştî 24 dozên cuda jê re hatin vekirin. Dozên ku hatibûn vekirin, hemû jî dozên vala bûn; an ji ber kêmasiya delîlan an jî tenê wekî îdîa dihatin hiştin. Ji ber ku ji bo tu yek ji van dozan delîlek şênber di destê wan de tunebû, doz yek bi yek dihatin girtin. Lê dewletê li şûna ku hiqûqê pêk bîne, hevjinê min qetil û înfaz kir.”
Her wiha Sevîm Yildirim da zanîn ku dewletê di dosyayê de bi xwe jî diyar kiriye ku gava fîşek li Mehmet Yildirim ketiye, çûne li ser serê wî û ew înfaz kirine û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Dosyaya daxwaza tazmînatê ya ku ji ber leşkerên birîndar li ser zarokan hatibû vekirin jî hîn li dadgeha Licê berdewam dike. Zanyarê kurê min, dema ku dijmin gule berdan û dengê sîlehan hat, xwe avêtibû ber pencerê û ji leşkeran re digot, ‘Bavê min nekujin.’ Ev tişt tu carî ji bîr nabe. Ne qehremaniya wî, ne hêza wî ji bîr nabe. Dema ku çû, pêxwas çûbû, solên wî di hundir de mabûn. Bila serê her kesî sax be, şehîd namirin.”
















