Wan – Rêya Miks-Wanê her sal di demsala zivistanê de ji ber berfa zêde û xeteriya aşûtê girtî dimîne. Rê her çiqas bi awayê fîzîkî hatibe vekirin jî lê hêj jî, ji çûnûhatina wesayîtan re girtî ye.
Rêya di navbera navçeya Miksê û Wanê de her sal di demsala zivistanê de ji ber berfa zêde û xeteriya aşûtê girtî dimîne. Ji ber ku li Wanê ne tenê zivistanê, payîz û biharê jî berf dibare ev rê her sal nêzî 5-6 mehan girtî dimîne. Rêya ku nêzikî 5 mehan girtî bû, di encama xebatên tîmên paqijiya berfê yên li herêma Kirapêt û Kanî Sergîsê de ji bo çûnûhatinê re hat vekirin. Lê belê, guncavbûna rê ya ji bo çûn û hatinê dê piştî rapora ji aliyê komîsyona aşûtê ve tê amadekirin were diyarkirin.
Ruxmê ku ev rewş bi salan e berdewam dike jî saziyên pêwendîdar ji vê rewşê re çareseriyek bi pêş nexistin, tu rêyên din ên ji çûn û hatinê jî nehatin vekirin. Her sal têkilî û danûstandina gelê Miksê bi mehan bi Wanê re qut dibe. Ev rewş ji bo gelê navçeyê rewşeke zor û zehmet derdixe holê. Gelek pêdiviyên bingehîn her tim li navçeyê peyda nabin, ji ber ku rê jî girtî ye gel nikare pêdiviyên xwe li Wanê jî dabîn bike. Gelê navçeyê dixwaze ku ji vê rewşê re çareseriyeke bingehîn bê dîtin.













