Amed – Hevserokê DADSAZê Sîpan Gokhan destnîşan kir ku divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qanûnê ve bê zelalkirin û got: “Demek dirêj derbas bû lê gavên pêwîst nehatin avêtin. Divê qanûn werin amadekirin di muzakereyan de hemû alî wekhev bin. Ev xal girîng e.”
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” salek li pey xwe hişt. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtinên xwe de gelek caran destnîşan kir ku ji bo pêvajo encam bibe divê gavên qanûnî bên avêtin. Gelê Kurd û raya giştî ji bo avêtina gavên qanûnî her tim bang li rayedarên dewletê dike. Her wiha saziyên sivîl ên civakî, tevgerên jinan û partiyên siyasî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber bang ji raya giştî dikin.
Hevserokê Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ)ê parêzer Sîpan Gokhan têkîldarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.
‘Divê statuya birêz Ocalan bê zelalkirin’
Sîpan Gokhan diyar kir ku di serî de, ji bo berdewam kirin û pêşketina pêvajoyê hewcedarî bi gav avêtinan heye û wiha axivî: “Ji bo berdewamkirina vê pêvajoyê, dabînkirina qanûnî û eşkerekirina statuyekê hewce ye û ev yek gelekî pêwîst e. Heger muzakere hebin, divê di navbera her du aliyan de li ser bingeheke wekhev pêk werin. Wekî ku aliyek serdest û xwedî statu be, lê statuya aliyê din neyê pejirandin û zelalkirin, muzakereyeke bi vî rengî ne hiqûqî û ne jî qanûnî ye.”
Di berdewama axaftina xwe de Sîpan Gokhan da zanîn ku statuya Abdullah Ocalan di çarçoveya çareseriyê de ji bo avakirina civateke demokratîk, gelek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî, divê statuya birêz Ocalan bi qanûnekê, ji aliyê hêza qanûnsaz, ango parlamentoyê ve bê diyarkirin û zelalkirin. Heta niha ev gav nehatine avêtin û demeke dirêj derbas bûye. Ji bo ku ev pêvajo bi pêş bikeve, divê bi taybetî di destûra bingehîn û qanûnên cîbicîkar werin amadekirin, da ku guhertin pêk werin û di muzakereyan de hemû alî wekhev bin. Ev xal gelekî girîng e. Rola hiqûqnasên Kurd wekî hiqûqnas û parêzerên kurd, konferansek tê amadekirin. Di vê konferansê de helwest û daxwazên parêzerên kurd jî ev e. Bêguman ev yek dê bandorekê li ser civak û rêveberiya dewleta Tirkiyeyê bike.”
‘Kurd ji qanûnan bêpar mane’
Sîpan Gokhan anî zîman ku pêvajo bi yek kesê re nameşe, hewcedarî bi gavên hevpar yên şênber û pratikan heye û got: “Serokê partiyekê, birêz Bahçelî helwestek nîşan da û daxwaz kir ku ev bibe ramanek û bigihêje encamekê. Lê belê, rewşa Kurdan nîşan dide ku ew ji qanûnan bêpar mane. Heger ev daxwaz bigihije encamekê, divê qanûn hebin. Bêyî çêkirina qanûnan li parlamentoyê, tu wateya van gavan nabe û divê statu bê eşkerekirin. Di vê pirsê de muxatabê rastîn rêveberiya dewletê ye, ango serokkomarê ku nûnertiya hêza pêkanînê dike û parlamento ya ku hêza qanûnsaz e. Birêz Bahçelî bi xwe ne rayedarê cîbicîkar e. Divê ev raman hem di pratîkê de hem jî di qanûnên nivîskî de bêne zelalkirin.”
‘Bêyî qanûnan bawerî statu namîne’
Herî dawî Sîpan Gokhan behsa girîngiya “Konferansa Hiquqnasên Kurd” ya ku dê di 4-5 ê Tîrmehê de bê lidarxistin axivî û ev tişt gotin: “Armanca kombûna me ew e ku em bandorekê li ser rêveberiyê bikin da ku hêza cîbicîkar û parlamento xwe mecbûr bibîne û van guhertinan pêk bînin. Heger ti gav neyên avêtin, ev muzakere dê rasteqîn nemîne û wekî pêvajoyeke xapînok bê dîtin. Em hêvî dikin ku piştgiriya hiqûqnasan bandorker be, ji ber ku vekirina bingehên saziyên dewletê tenê bi riya hiqûqê pêkan e. Bêyî dariştina qanûnên cîbicîkar û destûra bingehîn, tu ehemmiyet û statu namîne. Divê ev pêngav ji bo azadî, aştî û statuyê bên avêtin da ku civak xwe rehet bibîne û entegrasyona demokratîk pêk were.”













