Li pêşiya Navenda Giştî ya CHPê di navbera polîs û girseya kombûyî de rageşî derket. Piştî rageşiyê polîsan derdora Navenda Giştî ya CHPê dorpeç kir û nahêlin girse û rojnameger derbasî hundir bibin.
Piştî biryara “Betalkirina Teqez” a li dijî kongreya CHPê ku Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ji peywîrê hat girtin û li şûna wî serokê berê Kemal Kiliçdaroglu careke din wek Serokê hate tayînkirin. Li dijî vê yekê gelek alîgirên CHPê li pêşiya Navenda Giştî ya CHPê kom bûn. Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ê ji peywîrê hatiye girtin bang li welatiyan kir ku li ber Navenda Giştî ya CHPê dest bi nobede bikin. Piştî banga Ozgur Ozel çalakiyên li ber Navenda Giştî ya CHP berdewam dikin. Piştî Kemal Kiliçdaroglu ji bo Navenda Giştî ya CHPê redestî wan bikin serî li Walitiyê da. Navenda CHPê ji aliyê polîsan ve hat dorpeçkirin.
Polîsan Navenda Giştî ya CHPê bi TOMA û wesayitan dorpeç kirin û ketina navendê asteng kirin. Piştî dorpeça polîsan ketina navendê ya rojnameger û welatiyan jî hate astengkirin. Welatiyên li pêşiya Navenda Giştî ya CHPê kom bûne bi berzkirina diruşman bertek nîşanî dorpeçe dan. Her wiha di seatên sibe de jî heyeteke ku ji aliyê Kemal Kiliçdaroglu ve hatibû peywîrdarkirin, xwest bikevê Navenda Giştî ya CHPê. Li ser vê yekê di navbera heyet û girseyê de pêvçûn derket. Welatiyên li Navenda Giştî ya CHPê di nobede de ne, destur nedan heyet û polîs têkevin hundir.
Li ber Navenda Giştî ya CHPê dorpeça polîsan didome. Her ku diçe girseya li pêşiya navendê zêde dibe.















