Şaredarê navçeya Akçakocayê yê Duzceyê ya CHPî Fîkret Albayrak bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hate dûrxistin.
Serdozgeriya Komarê ya Duzceyê di 23yê Gulanê de derbarê Şaredarê navçeya Akçokocayê yê Duzceyê ya CHPyî Fîkret Albayrak de bi sûcdariya ‘peywirê ji bo xirabiyê bikaranîn’ lêpirsîn dabû destpêkirin.
Di endacam lêpirsînê de şaredar Fîkret Albayrak hatibû girtin. Wezareta Karên Navxweyî têkildarî lêpirsînê daxuyanî da û diyar kir ku Fîkret Albayrak ji peywirê hatiye dûrxistin.










