CHP li dijî êrişên li ser navenda partiya xwe li 3 navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê pêk anîn.
Di 4-5ê kanûna 2023yan de 38emîn kongreya asayî ya CHPê pêk hatibû û Ozgur Ozel bibû Serokê giştî ya CHPê. Dadgeha Îstînafê derbarê kongreya CHPê ku ya ku Ozgur Ozel pê bibû Serokê Giştî biryara “Betalkirina Teqez” da. Bi vê biryarê re Ozgur Ozel ji peywîrê hat dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu careke din weke Serokê Giştî hat peywîrdarkirin. Kiliçdaroglû serî li Walîtiya Enqereyê da ku navendê radestî wî bikin. Bi ser vê yekê polîsan Navenda Giştî ya CHPê dorpêç kir û bi gaza îsotê û wesayîtên TOMAyê, ketin hundirê navenda CHPê.
Li dijî êrişên navenda CHPê, rêxistina CHPê ya Stenbolê li 3 navçeyan çalakî li dar xist. Li Kadikoyê pêşiya Peykera Bogayê, li Beyogluyê Rawestgeha Şîşhaneyê û li Bahçelîevlerê li pêşiya avahiya CHPê gel kom bûn û çalakiya runiştinê li dar xist.
Li Beyoglûyê gel xwest pêşiya avahiya CHPê heta Rawestgeha Şîşhaneyê bimeşê lê polîs bend danî pêşiya CHPiyan. CHPiyan bendê polîsan nasnekir, heta Rawestgeha Şîşhaneyê meşiya û li wir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tu êriş nikare meşa CHPê ya desthilatdariyê rawestîne.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê dest pê kir.

















