Di êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê de li başûrê Lubnanê herî kêm 14 kes hatin kuştin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, sibeha duşemê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li gundê Zifta yê herêma Nabatiyeyê 7 kes mirin. Hate ragihandin ku di nava qurbaniyan de jin û zarokekî ji Sûriyeyê jî hebûn. Di daxuyaniyê de hate gotin di êrîşê de 2 jê jin 8 kes jî birîndar bûn.
Di nava rojê de artêşa Îsraîlê êriş bir ser bajarê Sûrê. Di êrişê de 5 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.
Heman êvarê li bajarokê Marwaniyeyê di êrîşekê de yek jê zarok 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn. Bi vî rengî di êrîşên tevahiya rojê de bi giştî 14 kes mirin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.
Îsraîlê êrîş bi ser gelek wargehan
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê ANIyê balafirên şer ên Îsraîlê tevahiya rojê bombe li zêdeyî cih û warên li başûrê welêt barandine û di nav cihên hatine bombekirin de bajarê Sûrê jî hebû.
Ji Hîzbûllah û Îsraîlê peyamên li hember hev
Hîzbûllahê jî diyar kir ku hêzên wan li hêzên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê xistine. Lê belê rêxistinê berpirsyariya êrîşek li bakurê Îsraîlê negirt ser xwe.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî anî ziman ku operasyonên wan ên li hemberî Hîzbûllahê wê dewam bikin û got ku Îsraîl wê liv û tevgera xwe ya li hemberî Hîzbûllahê dewam bike.
Hejmara qurbaniyan 3 hezar û 600 kes derbas kir
Hate ragihandin ku ji 2yê Adarê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 3 hezar û 600 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarên Lubnanî diyar kirin ku bandora bombardûmanê ya li ser sivîlan giran dibe û bang li derdorên navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina şer bikevin nava hewldanan.













