Hêzên ‘fermankirina qenciyê û qedexekirina xerabiyê’ yên Talîbanê li Herata Afganistanê li hember jinan pêleke nû ya girtinê dane destpêkirin. Ev pêla oprasyonê qaşo jinên ku li dijî olê û şerîatê tevnagerin, hatiye destpêkirin.
Hêzên ‘fermankirina qenciyê û qedexekirina xerabiyê’ yên Talîbanê li Herata Afganistanê pêleke nû ya girtinê li hemberî jinên ku qaşo li gorî olî xwe tevnagerin û napêçin, pêleke nû ya girtinê dane destpêkirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di rojên dawî de bi dehan jin li deverên cûda yên Heratê hatine binçavkirin û birine deverên nenas. Ji ber ku maske, çador an pêç li xwe nekirine yan jî ji ber ku beşek ji porê wan xuya ye, jin tên binçakirin û girtin. Ev pêkanîn berdewamiya polîtîkayên dijwar ên Talîbanê li dijî jinan in. Ev polîtîkayên ku bi qasî sê salan in di meriyetê de ne, bi awayekî sîstematîk beşdariya jinan di jiyana civakî de li Afganistanê sînordar kirine.
Li deverên cuda girtina jinan
Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên Talîbanê jin li deverên cûda yên Heratê girtine. Di bûyerekê de du jinên ku berhemên kozmetîk difrotin di dema dewriyeyên kolanan de hatine girtin. Şahidan diyar kirin ku hêzên Talîbanê van jinan bêyî belgeyek fermî yan ravekirinek bidin, birine. Her wiha du keçên ciwan, ji aliyê hêzên Talîbanê ve li ber klînîka dewletê ya li wargeha Cebrayîl hatin girtin. Li gorî çavkaniyên herêmî, hin dikandar û welatiyên li cihê bûyerê hewl dane rê li ber birina keçan bigirin; lê belê hêzên Talîbanê hin ji xwepêşanderan jî girtine. Pêr jî herî kêm 12 jin û keçên din li deverên cuda yên Heratê hatine girtin.
Plana nû ya Talîbanê derbarê cilên jinan de
Rêveberiya herêmî ya Talîbanê li Heratê roja Înê ragihand ku ji roja Şemiyê pê ve tîmên ‘karmendên bicîhanîn’ ku ji 8 polîsên jin û 8 mêr pêk tên, li seranserê bajêr bên belavkirin. Li gorî Talîbanê, armanc ew e ku jinên ‘bi rêkûpêk nehatine nixumandin’, bên girtin. Li gorî vê fermanê, jinên ku bê çador an pêçek digerin, makyaj dikin an jî beşek ji porê wan xuya dibe, dikarin werin girtin û zindankirin. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku ji bo pêkanîna vê planê, Talîbanê ji serokên encumena taxan, nûnerên 25 navçeyên bajêr û melayên mizgeftan re fermanek şandiye ku rêziknameyên nû yên cil û bergan bi rêya mizgeft û minberên olî ji raya giştî re ragihînin.
Jiholêrakirina gav bi gav
Parêzvanên mafên jinan van kiryaran mîna beşek ji siyaseta ‘jiholêrakirina gav bi gav a jinan ji qada giştî’ dibînin. Ji dema ku Talîbanê desthilatdarî bi dest xistiye, ev siyaset qedexekirina perwerda keçan, dûrxistina jinan ji saziyên giştî, ferzkirina sînorkirinên rêwîtiyê û astengkirina çalakiyên civakî-çandî vedihewîne. Di heman demê de bi zêdebûna binçavkirinan re, xwepêşandanek ku ji hêla hin welatiyan ve li navçeya Cebrayîl a Heratê li dijî binçavkirinên kêfî hatibû organîzekirin, ji hêla hêzên Talîbanê ve bi tundî hat çewsandin.
Atmosfera aloz a li herêmê
Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku Talîbanê ji bo belavkirina xwepêşanderan gule reşandiye. Dîmenên ku li ser medyaya civakî belav dibin, atmosfera aloz a li herêmê û hebûna giran a hêzên çekdar ên Talîbanê nîşan didin. Li gorî raporan, di dema vê destwerdana çekdarî de sê kes birîndar bûne; di nav birîndaran de zarokek jî hebû.
Fikarên zêdebûna zextan li ser jinan
Ev pêla nû ya binçavkirinan ku jinan hedef digire, tevî hişyariyên dubare yên rêxistinên navnetewî li ser polîtîkayên cudakar ên Talîbanê li dijî jinan, berdewam dike. Talîban bi rêya binçavkirin, gef û şîdeta kolanan sînorkirinên din li ser jiyana jinan ferz dike. Welatiyên li Heratê dibêjin ku hebûna giran a hêzên ‘fermankirina baş’ li kolanan tirs û fikaran diafirîne û gelek jin ji ber tirsa binçavkirinê ji qadên giştî dûr dikevin. Di mehên dawî de, gelek rapor ji bajarên cûda yên Efganistanê derketine holê ku jin ji ber sedemên wekî şêwaza cil û bergên wan, makyaj an jî derketina derve bêyî bûyîna mêr têne girtin. Ev pêvajo niha li Heratê ketiye qonaxek dijwartir û rêxistinkirîtir.













