82 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine ji bo bicihanîna ‘mafê hêviyê’ yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Komîtya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin
Koma ji 82 xelatgirên Nobelê nameyeke nû ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. Di nameyê de hat xwestin ku biryara 2014an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Abdullah Ocalan bê bicihanîn û ‘mafê hêviyê’ bê garantîkirin.
Ev bang bû banga sêyan ku di nava sê salên dawî de ji aliyê Xelatgirên Nobelê ve li Komîteya Wezîran tê kirin. Di nameyên beriya niha de îşaret bi mercên tecrîda giran ên ragirtina Ocalan hatibû kirin, piştgirî ji ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ re hatibû dayîn û hatibû xwestin ku ‘mafê hêviyê’ jî di nav de mafên wî yên hiqûqî bêne naskirin.
Bang beriya civîna Komîteya Wezîran hate kirin ku wê mijara mafê hêviyê jî lê bê nîqaşkirin.
Ocalan aktorê sereke yê pêvajoya aştiyê ye
Xelatgirên Nobelê di nameya xwe ya dawî de bi bîr xistin ku Abdullah Ocalan yek ji wan kesayetên bingehîn e ku pêvajoya aştiyê ya heyî ya li Tirkiyeyê daye destpêkirin. Di nameyê de hat destnîşankirin ku Rêber Apo ne tenê ji bo Tirkiyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn ji bo aştiyê dengekî girîng e.
Hat gotin ku di demekê de ku li Rojhilata Navîn şer giran dibe, helwesta bi biryar a Ocalan a li ser diyalog û çareseriya demokratîk, roleke çêker lîstiye. Xelatgirên Nobelê diyar kirin ku vê nêzîkatiyê berê rêxistin û civaka Kurd dane rêyên çareseriya aştiyane.
Di nameyê de hat ragihandin ku bandora Ocalan ji sînorên Tirkiyeyê derbas bûye, li herêmên Kurdan ên li Sûriye û Îranê li ser pîvanên çareseriya siyasî û xurtkirina tevlîbûna demokratîk û kêmkirina rageşiyê bi bandor e.
Agirbesta PKKê û gavên ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî hat bibîrxistin
Kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine îşaret bi pêşketinên şênber ên sala dawî jî kirin. Di nameyê de hat bibîrxistin ku PKKê di sala 2025an de bi rengekî yek alî agirbest ragihand, piştre guhertinên rêxistinî kir û ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî gav hatine avêtin.
Di nameyê de hat gotin ku ev gav û pêşketin îradeyeke berfireh a li ser jiyana bi hev re û aştiyê nîşan dide û hat destnîşankirin ku gavên navborî yên hatine avêtin li wan pîvanan tê kir ku Xelata Aştiyê ya Nobelê jî xwe dispêre wan.
Xelatgirên Nobelê her wiha îşaret bi bûyerên sazûmanî yên li Tirkiyeyê jî kirin û hat ragihandin ku danûstandina yekser a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîlî ya li Meclîsê ya bi Abdullah Ocalan re, pêşketineke girîng e.
Her wiha hişyarî hat dayîn ku li gel vê yekê jî çarçoveya ‘têkoşîna li dijî terorê’ ya heyî li pêşiya diyalogeke bi wate û pêvajoya lihevkirina civakî hîn jî astengî ye.
Ji bo ‘mafê hêviyê’ banga gav avêtinên şênber
Xelatgirên Nobelê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin ku ji bo bicihanîna biryara 2014an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gavên şênber biavêje. Di nameyê de hat gotin ku bicihanîna ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, ravekirina statuya hiqûqî ya Ocalan û tevlîbûna wî bi rengekî bi wate li pêvajoya aştiyê, gaveke bingehîn e.
Di nameyê de wekî din hate xwestin ku Ocalan bê berdan û derfet jê re bê afirandin ku bi rengekî tam, bêsînor û azad beşdarî hewldanên aştiyê bibe.
Xelatgirên Nobelê diyar kirin ku tevlîbûna xurt û daîmî ya civaka navneteweyî ya li pêvajoyê, ji bo piştgiriya bi pêşvebirina demokrasiyê û têkbirina destwerdana aktorên dixwazin pêvajoya çareseriya aştiyane sabote bikin, gelekî girîng e.
Name bi vê gotinê bi dawî bû: “Di vê kêliya krîtîk de pêwîstiya cîhanê bi lezgînî bi lîderên dilsozê aştiyê heye.”
Navên xelatgerên Nobelê
Navê hin ji xelatgerên Nobelê yên mohra xwe danîn bin nameyê wiha ne:
Jody Williams, Şirin Ebadi, Carlos Filipe Ximenes Belo, Mairead Corrigan, Ellen Johnson Sirleaf, Oleksandra Matviichuk, Kailash Satyarthi, Peter Agre, Richard Henderson, Brian K. Kobilka, Herta Müller ve Elfriede Jelinek.













