Amed – Werşîvanê Kurd Herde Kerîm ê li Dubaiyê tev li tûrnûvayê bû alaya Iraqê lê hate ferzkirin. Herde Kerîm diyar kir ku alaya Iraqê komkujiyên Enfal û Helebceyê tînin bîra wî û wiha got: “Çima ev hemû mirov û ev xelk dikarin bi alaya xwe bikin lê em nikarin? Tu nikarî alayeke din bi min ve bikî ku ew al li dijî Kurdan û malbata min e.”
Li gorî Rêbaza Bingehîn a 4an a Şerta Olîmpîyatê (Olympic Charter), ‘Kirina werzîşê mafekî mirovan e.’ Di pênaseya navneteweyî de werzîş; platformeke gerdûnî ye ku her kes dikare bêyî cudahiya nijad, ziman, dîn, mezheb, zayend, meyla zayendî yan jî nêrîna siyasî, bi mafên wekhev beşdar bibe. Li her çar parçeyên Kurdistanê û di cîhanê de ji bo werzîşvanên Kurd ev tişt nayê sepandin. Di demên dawî de li ser werzîşvanên Kurd êrîşên nijarperest tên kirin. Li bajarên Tirkiyeyê li dijî tîma fûtbolê ya jinan û mêran a Amedsporê, li Başûr li dijî tîma futbolê ya Erbîlsporê gelek caran bûyerên bi vî rengî qewimîne. Li dijî werzîşvanê Kurd Herde Kerîm ku di Lîga Şervanên Profesyonel de cih digire jî êrîşa nijadperest pêk hat. Herde Kerîm, şervanekî pisporê şer ku di Hunerên Şer ên Tevlihev (MMA ) ku di organîzasyona PFL (Professional Fighters League) de şer dike ye. Ew bi girtina logoya ala Iraqê ya ku di pêşbirka navneteweyî de li ser şortê wî hatibû ferzkirin, pêşxistina nasnameya xwe ya Kurdî û redkirina daxwaza lêborînê ya rêveberiya PFLê hatibû rojevê.
Herde Kerîm derheqê rewşa xwe ya dawî û nêzîkatiyên li dijî werzîşvanên Kurd de ji ajansa me re axivî.
‘Malbata min a welatparêz ji ber Sedam koçber bû’
Herde Kerîm diyar kir ku ew û malbata xwe Kurdên welatparêz in û gelek ferdên malbata wan endamên pêşmergeyan bûn. Herde Kerîm destnîşan kir ku di malbata wî de 37 pêşmergeyên ku şehîd bûne hene û wiha axivî: “Me li vir, ji her du aliyan ve, ji aliyê dê û bav ve, malbateke pêşmerge heye. Bavê min pêşmergeyê Partîzan bû. Xalê min Kawa Hama Reşîd, ew jî Pêşmerge bû û di bîst saliya xwe de hat kuştin. Ji bilî wî, 37 şehîdên me hene. Bi xwe hemwelatiya min a Norveçê heye, lê ez Kurd im û li Silêmaniyê ji dayik bûm. Di dema hikûmeta Sedam de, di heşt saliya xwe de, neçar mam tevî diya xwe bêm Norveçê.”
‘Piştgiriya gelê Kurd ji bo min pêwîst e’
Herde Kerîm destnîşan kir ku hemû kes bi alaya welatên xwe tev li turnuvayên werzîşê dibin û wiha domand: “Çima em Kurd ji vî mafî bêpar tên hiştin. PFL bi navê Komîteya Olîmpîk, ev alaya ku li ser şort û cilûbergên min e, qebûl nake. Dibêjin ‘Divê alaya welatekî ku di nav herêma MENA (Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê) de ye li ser be.’ Bi xwe herêma MENA ji Îranê heta Îsraîlê ye. Êdî Îran, Tirkiye û Îsraîlî jî dikarin bi alaya xwe werzişê bikin. Lê ev der ne tenê ji bo Ereban e. Welatên Ereban jî tê de ne, lê tenê ne Erebî ye. Mebesta min bi şaristanî ev bû. Çima ev hemû mirov û ev xelk dikarin bi alaya xwe bikin, lê em nikarin? Rast e dewlet nîn e, hîna. Lê di heman demê de, tu nikarî alayeke din bi min ve bikî ku ew alayî li dijî Kurdan û li dijî malbata min e. Eger PFL peymana min bi tevahî bibire û min qedexe bike, rêxistinên din hene ku ez bikarim tê de werzişê bikim. Lê belê, niha rewş ew e ku eger di asta navneteweyî de jî min qedexe bikin, ew ê hinekî ji bo kariyera min bibe asteng. Lê min bi menajer, tîm û rahênerê xwe re qise kiriye; înşelah ew yek çênabe. Înşelah ez ê bikarim di demeke herî nêz de vegerim ser lîstikên xwe. Lê piştgiriya xelkê Kurdistanê ji bo min pêwîst e. Hêvîdar im hemû piştgiriya min bikin. Hêvîdar im hûn bibin alîkarê min da ku ez bikarim di werzişê de berdewam bikim. Ev deh sal in ku min hemû jiyana xwe ji bo vê werzişê daniye, daxwaza min ew e ku ez bikarim Kurdayetiyê di cîhanê de nîşan bidim. Niha em gihiştine vir, hêvîdar im xelkê Kurd nehêle ku min reş bikin û li hemû cîhanê qedexe bikin, tenê ji ber ku ez Kurd im. Her bijî Kurd, her bijî Kurdistan.”
‘Dem hatiye ku em xwe nîşanî cîhanê bidin’
Herde Kerîm destnîşan kir ku Kurdan bi zorê dixin bin alayên welatên din û wiha pê de çû: “Her Kurdek bi zorê dixin bin alayeke din. Niha dem hatiye ku em li dijî van rawestin. Dem hatiye ku em netewe û xelkê xwe nîşan bidin. Dem hatiye ku em şoreşê bikin. Çawa ku bavê me, mamê me, xalê me û kalikê me şoreş kirine, divê em jî niha bi vî rengî şoreşê bikin. Hêvîdar im hemû Kurd bi me re bin û êdî ev bêdengî nemîne. Ev karê ku niha hatiye kirin, sembolek e ji bo wê yekê Kurd heta niha di nav çi re derbas bûye. Çendî rêyên me giran û zehmet bûn di dîrokê de, di cîhanê de; bi taybetî di herêma me de li Iraq, Îran, Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur. Ev tişt hîna di rêya me de mane û divê em bi ser wan de herin. Ji ber ku niha dem hatiye ku em xwe nîşanî cîhanê bidin. Her gava ku em digihin qonaxa dawî hemû cîhan bikare me wekî werzişvan bibîne jî dixwazin me veşêrin ku em wekî Tirk, wekî Îranî yan wekî kesekî din xuya bikin. Lê em Kurd in, divê em kultura xwe nîşan bidin, divê em nîşan bidin ku em Kurd in.”
‘Dibêjin siyaset û werzîş ji hev cuda ne’
Her wiha Herde Kerîm da zanîn ku PFL ji wî daxwaza lêborînê dike û destnîşan kir ku bi tu awayî lêborînê naxwaze û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî ez pir şanaziyê bi kultur û Kurdayetiya xwe dikim. Ev ne tiştekî wiha ye ku ez ji ber lêborînê bixwazim. Her tim dibêjin siyaset û werzîş ji hev cuda ne. Lê gava dor tê ser Kurdayetiyê, ne cuda ye. Yekser siyasetê dixin navê û qedexeyê li me datînin. Min çend caran li Ebû Zebî lîstiye, li Dubayî lîstiye; dema min xwestiye bi stranên Kurdî derkevim, ew girtine û nehiştine ew stran bên lêxistin. Êdî min ev kiriye siyasî yan wan kiriye siyasî? Bi rastî pir tişt hene ku divê em wekî Kurd û wekî werzîşkar bi ser wan bisekinin. Tişta yekem ew e ku dixwazin devê me ji her alî ve bigirin, da ku em qise nekin em Kurd in. Beriya lîstikê çend hevpeyvînên min bi PFLê re hebûn. Dema min digot ‘Bijî Kurd û Kurdistan’ û ‘Ez vê ji bo xelkê Kurdistanê dikim’, wan paşê ew vîdeoyên ku li ser rûpela xwe ya Înstagramê danîbûn rakirin û gotinên min birîn.”











