Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Em Ji Bo Siberojê Li Vir in (GÎB-DER) dê ‘Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê’ li dar bixin.
Li navçeya Peyasê ya Amedê, bi hevkariya Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Em Ji Bo Siberojê Li Vir in (GÎB-DER) dê ‘Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê’ dê bê lidarxistin. Ev bernameya ku armanc dike bi rêya spor, çand, hevgirtin û jiyana hevpar ciwanan bîne cem hev, dê di 12yê Hezîranê de dest pê bike û sê rojan berdewam bike. Hevdîtin dê li Parka 75an a navçeya Peyasê di nava konên ku hatine vedan de pêk were.
Di bernameyê de ji gotûbêjên jineolojiyê heta çalakiyên sporê, ji atolyeyên çandê heta konseran, ji lîstikên gelêrî heta atolyeyên ekolojiyê, ciwan dê di çalakiyên cûr bi cûr de li hev kom bin.
Banga tevlîbûnê
Rayedarên Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariyê Peyasê diyar kirin ku armanca wan a bingehîn ew e ku bi deng, enerjî û hêviya ciwanan siberojeke azad ava bikin. Rayedaran destnîşan kirin ku ew dixwazin bi vê çalakiyê hevgirtinê mezin bikin û bang li hemû ciwanan û gelê Amedê kirin ku tevli ‘Hevdîtinên Peyasê’ bibin.













