Amed-Karkerên Şaredariya Rezanê jî bertek nîşanî gotinên Serokê Rûmetê yê Koç Holdingê Rahmî Koç dan û bi daxwaza betalkirina peymana mûçeyan a bi Bankaya Yapi Krediyê re dest bi berhevkirina daxwaznameyan kirin.
Nerazîbûnên li dijî gotinên Serokê Rûmetê yê Koç Holdingê Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd her ku diçe zêdetir dibin. Karkerên Şaredariya Rezanê jî tev li vê pêla nerazîbûnê bûn û bertek nîşan dan. Karkeran dest bi îmzekirina daxwaznameyên hevpar kirin û ji rêveberiya şaredariyê daxwaz dikin ku peymana mûçeyan a heyî ya bi Bankaya Yapi Krediyê re ku girêdayî Koç Holdîngê ye, bi awayekî yekalî were betalkirin û peymaneke nû bi bankeyeke din re were îmzekirin.
Karkeran diyar kir ku ev pêngava wan bersiveke rasterast a li hember helwesta Koç Holdingê ye û ew li bendê ne ku rêveberiya Şaredariya Rezanê daxwazên wan bi cih bîne.













