Endamê rêxistina CPT a Amerîkî ragihand, li nuqteyên kontrolê yên artêşa Tirk ên li devera Amêdiyê, venêrîna wesayît û nasnameyên Hêzên Parastina Sînor ên Iraqê tê kirin, navên wan tomar dikin.
Endamê Rêxistina CPT a Amerîkî Kameran Osman têkildarî mijarê wiha got; “Ji meha Nîsana îsal ve, artêşa Tirk li nuqteyek kontrolê ya li gundê Sîda yê ser bi navçeya Amêdiyê, venêrîna wesayît û nasnameyên Hêzên Parastina Sînor yên Iraqê dike.”
Kameran Osman di dewamê de got; “Hêzên Parastina Sînor yên Iraqê li gundê Sîda yê girêdayî bajarokê Şêladizê yê ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê baregeheke leşkerî heye. Di dema derbazbûna karwanê wesayîtên leşkerî yên Hêzên Parastina Sînor yên Iraqê di dema bicihanîna erkê xwe de, li xaleke kontrolê ya artêşa Tirk de hatin rawestandin, wesayît û nasnameyên wan hatin kontrolkirin.”
Her wisa Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî di dewamê de wiha got; “Xala kontrolê ya artêşa Tirk li Havîngeha Ava Mark ya li gundê Rekanê ye. Hêzên Parastina Sînor yên Iraqê ji bo ku bigihîjin baregeha xwe, divê ji xala kontrolê ya artêşa Tirk derbas bibin. Ji meha Nîsanê ve, leşkerên Tirk her carê van leşkerên Iraqê, wesayîtên wan kontrol dikin û nasnameyên wan tomar dikin. Piştre destûr tê dayîn ku ew biçin baregeha xwe. Xala kontrolê ya artêşa Tirk li kûrahiya 19 kîlometreyan di nav xaka Herêma Herêma Kurdistanê de ye. Leşkerên artêşa Tirk ji sala 2021’ê ve liv û tevgera xwe ya leşkerî li vê herêmê didomînin.”













