Diyar Koç ê ku di çalakiyên ji bo Rojava de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û hatibû girtin ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan.
Diyar Koç di 20ê çileyê de di çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên li ser Rojava de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi îşkence hatibû girtin, 5 meh şûnde hate berdan.
Diyar Koç piştî 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê biryara berdanê da, di saetpn êvarê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Sîncanê hate berdan. Diyar Koç li ber girtîgehê ji aliyê Komeleya Alîkarî û Pişgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Enqereyê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê, endam û nûnerên DEM Partiyê ve hate pêşwazîkirin. Di dema pêşwaziyê de girsê dirûşmeyên, “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Diyar Koç ku li ber girtîgehê axivî anî ziman ku dema binçavkirinê de rastî îşkence hatiye û got: “Ez bi îşkenceyeke hovana hatim girtin. Gelê me yeê berxwedêr her tim li ber xwe dide. Em îro jî ji bo aştiyê û azadiyê têdikoşin. Silavên hevalên girti jî were heye. Ez spasiya kesên hatine pêşwaziyê dikim. Hevalên di zindanan de jî dê bên berdan û aştiyê bînin.”
















