Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna kabîneya xwe de hişyariyeke gelekî krîtîk da û diyar kir ku dibe ku Îsraîl di şerekî gengaz ê li dijî Îranê de bi tenê bimîne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû derbarê şerê bi Îranê re daxuyaniyên balkêş dan. Netanyahû ji wezîrên kabîneya xwe re rûbirûbûna fîzîkî û dîplomatîk a Îsraîlê ya li qada navneteweyî qebûl kir û bal kişand ser kêmbûna piştgiriya DYAyê, qutbûna şandina çekan û tecrîda gerdûnî ya li dijî Îsraîlê.
‘Dibe em bi serê xwe şerê Îranê bikin’
Netanyahu li ser şerekî gengaz ê li dijî Îranê wiha got: “Dibe ku Îsraîl neçar bimîne ku bi tenê serê xwe bi Îranê re rû bi rû bibe. Em naxwazin bigihîjin wê astê, lê em dizanin ku em dikarin vê bikin.”













