Çapemeniya Îsraîlê angaşt ku DYA dê bi boneya xistina helîkoptera xwe îşev êrişî Îranê bike û ragihand ku Îsraîl di vî alî de hatiye agahdarkirin.
Li Tengava Hurmizê ku yek ji xalên herî stratejîk ên bazirganiya neftê ya cîhanê ye, rageşiyeke nû ya leşkerî di navbera DYA û Îranê de didome. Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku hêj sedema xistina helikopterê zelal nebûye lê ligel vê yekê jî dê bikevin nav tevgerê.
Trump: Divê bersiv bê dayîn
Serokê DYAyê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku helikoptereke artêşa Amerîkayê ya bi tîpa AH-64 Apache ku li ser Tengava Hurmizê wezîfeya kontrolê dikir, ji aliyê Îranê ve hatiye daxistin. Trump daxuyand ku her du pîlotên di helikopterê de bi silametî hatine rizgarkirin û wiha got: “Agahî gihîştin min ku du pîlotên me bêyî ku birîndar bibin hatine rizgarkirin. Lê belê, mecbûrî ye ku DYA bersivê bide vê êrîşê.”
Artêşa DYAyê lêkolîn da destpêkirin
CENTCOMê jî ragihand ku derbarê ketina helikopterê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin û wiha hat gotin: “Lêkolîn berdewam dike ka ev rûdan ji ber kêşeya teknîkî, mercên hewayê an jî ji ber destwerdaneke ji derve qewimiye. Piştî lêkolînan dê sedema teqez were eşkere kirin.”
Îran: Heta pereyê me nedin peyman çênabe
Fermandarê IRGCyê Ahmad Vahidi, li ser hewldanên dawî yên dîplomatîk helwesteke gelekî biryardar nîşan da û wiha got: “Heta ku di heman gava îmzekirina peymanê de pereyê me neyê dayîn dê peyman çênebe. Ev ji bo me xeta sor e.”
DYA dê êrişa bersivdanê pêk bîne
Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku DYA dê îşev bi armanca bersiv dayînê êrişî hedefên Îranê bike. Di. Nûçeyan de hate angaştin ku DYAyê di vî warî de Îsraîl agahdar kiriye û ev agahî ji hêla Îsraîlê ve erênî hatiye dîtin.













