• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çapemeniya Îsraîlê: DYAyê Îsraîl agahdar kir,  dê êrişî Îranê bike

Navenda Nûçeyan / AW

9 HEZÎRAN 2026 - 23:07
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Çapemeniya Îsraîlê angaşt ku DYA dê bi boneya xistina helîkoptera xwe îşev êrişî Îranê bike û ragihand ku Îsraîl di vî alî de hatiye agahdarkirin.

Li Tengava Hurmizê ku yek ji xalên herî stratejîk ên bazirganiya neftê ya cîhanê ye, rageşiyeke nû ya leşkerî di navbera DYA û Îranê de didome. Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku hêj sedema xistina helikopterê zelal nebûye lê ligel vê yekê jî dê bikevin nav tevgerê.

Trump: Divê bersiv bê dayîn

Serokê DYAyê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku helikoptereke artêşa Amerîkayê ya bi tîpa AH-64 Apache ku li ser Tengava Hurmizê wezîfeya kontrolê dikir, ji aliyê Îranê ve hatiye daxistin. Trump daxuyand ku her du pîlotên di helikopterê de bi silametî hatine rizgarkirin û wiha got: “Agahî gihîştin min ku du pîlotên me bêyî ku birîndar bibin hatine rizgarkirin. Lê belê, mecbûrî ye ku DYA bersivê bide vê êrîşê.”

Artêşa DYAyê lêkolîn da destpêkirin

CENTCOMê jî ragihand ku derbarê ketina helikopterê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin û wiha hat gotin: “Lêkolîn berdewam dike ka ev rûdan ji ber kêşeya teknîkî, mercên hewayê an jî ji ber destwerdaneke ji derve qewimiye. Piştî lêkolînan dê sedema teqez were eşkere kirin.”

Îran: Heta pereyê me nedin peyman çênabe

Fermandarê IRGCyê Ahmad Vahidi, li ser hewldanên dawî yên dîplomatîk helwesteke gelekî biryardar nîşan da û wiha got: “Heta ku di heman gava îmzekirina peymanê de pereyê me neyê dayîn dê peyman çênebe. Ev ji bo me xeta sor e.”

DYA dê êrişa bersivdanê pêk bîne

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku DYA dê îşev bi armanca bersiv dayînê  êrişî hedefên Îranê bike.  Di. Nûçeyan de hate angaştin  ku DYAyê di vî warî de Îsraîl agahdar kiriye û ev agahî ji hêla Îsraîlê ve erênî hatiye dîtin.

Etîket: bersivDYAHurmuzÎranÎsraîl
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Donald Trump ji bo alîkariya xwepêşandêrên Îranê bibiryar e

Netanyahu: Dibe em bi Îranê re bi tenê serê xwe şer bikin

9 HEZÎRAN 2026
Wê konferansa ‘Em Îrana demokratîk bi hev re ava dikin’ bê lidarxistin

Wê konferansa ‘Em Îrana demokratîk bi hev re ava dikin’ bê lidarxistin

9 HEZÎRAN 2026
Di êrîşên Îsraîlê de 14 kes li Lubnanê hatin kuştin

Di êrîşên Îsraîlê de 14 kes li Lubnanê hatin kuştin

9 HEZÎRAN 2026
Di navbera DYA û Îsraîlê de qeyrana sîxuriyê

Di navbera DYA û Îsraîlê de qeyrana sîxuriyê

7 HEZÎRAN 2026
‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

6 HEZÎRAN 2026
Di darvekirina jinan de Îran di rêza yekem de ye!

Di darvekirina jinan de Îran di rêza yekem de ye!

5 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev der ne Hewreman e gundên Xîzanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (263)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne