Ekîbên DEDAŞê elektrîka bajaroka Dêrahînê bi temamî qut kir.
Li bajaroka Dêrahînê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê serê sibê ekîbên girêdayî DEDAŞê ketin nava taxan û xwestin aboneyan ceza bike, li hember vê pêkanîna DEDAŞê welatiyan bertek nîşanî ekîbên DEDAŞê da. Li ser vê yekê DEDAŞê elektrîka hemû taxên bajarokê birî.
Ji serê sibê saet 09.00an pêde li bajarokê elektrîk tuneye û dikandarên bajarokê ji ber vê rewşê bi gazîncin ku tiştên di sarincên wan de xerab bibin.
Ji aliyê din ve derbarê pêkanînê de DEDAŞê tu agahî nedaye aboneyên xwe û nayê zanîn ka elektrîk dê kengî were.














