Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê meşa ku bi pêşengiya Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ve hate destpêkirin û li meclisê bi dawî bû lêpirsîn da destpêkirin.
Piştî biryara Dadgeha Îstînafê ya “Betalkirina teqez” li dijî kongreya CHPê vê sibê navenda giştî ya CHPê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û piştre bi darê zorê ketin hundirê navenda giştî ya CHP’ê. Piştî navenda CHPê ji aliyê polîsan vê hat desteserkirin Ozgur Ozel, parlamenterên CHPê û bi hezaran kes, ber bi meclisê ve dest bi meşê kirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve derbarê meşa ku bi pêşengiya Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel hat destpêkirin, lêpirsîn da destpêkirin.













