Stenbol – Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat di danişîna yekemîn de hate berdan.
Polîsan di 3yê Sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê operasyona qirkirinê ya siyasî hate pêkanîn. Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî, Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin û girtin.
Danişîna yekemîn a doza Berfîn Polatê li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê li 25emîn Dadgeha Cezayê Giran hat lidarxistin. Endam û rêveberên ESP, SGDF, Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan, partiyên siyasî û gelek kes li dema danişînê li edliyeyê kom bûn. Danişîn bi parastina Berfîn Polatê dest pê kir.
‘Ez ji ber xebatên siyasî girtî me’
Berfîn Polatê di parastina xwe de diyar kir ku ew hevseroka SGDFyê ye, bi hinceta xebatên xwe yên siyasî girti ye û got: “Kesên ku azadî dixwazin heman xebatan pêk tînin. Her sal ez tevlî çalakiyan dibim. Ew çalakî îro di dosyayê de ne. Li pêşiya Operaya Sureyya çalakî hebû ez jî tevlî bûm. Çalakî bi destûrê pêk hat û sedan polîs li wir bûn lê ez îro ji bo tevlî wê çalakiyê bûm girtî me. Ji ber xebatên siyasî ez girtî me. Ji ber ku ez Kurd im, sosyalîst im, aştiyê dixwazim. Min ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwest, lê îro bi sedema vê têm darizandin, ji ber ku min gotiye ‘jin bila nayên kuştin’ girtî me. Ez tevlî bîranîna Komkujiya Pirsûsê bûm, îro ev di dosyayê de ye. Divê bê zanîn ku tevlîbûna bîranînên Pirsûsê ne sûc e. Ji sala 2023yan ve têm girtin û berdan, her car di girtîgehê de mafên min tê binpêkirin. Her car jî bi heman hincetan têm girtin. Beraeta xwe dixwazim.”
Piştî parastinê sîxurê navê wî nediyar li ser Berfîn Polatê îfade da. Bi îfadeya sîxur ve. Piştî dayîna îfadeyan dozgerî daxwaza girtina Berfîn Polat kir.
Parêzerê Berfîn Polatê dest bi parastinê kir û berdana Berfîn Polatê xwest.
Şandeya dadgehê piştî parastinan Berfîn Polatê berda û danişîna dozê taloqî 3yê Îlonê kir.














