Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz diyar kir ku di encama xebatên wan ên 8-9 mehên dawî de derketine holê ku ji sedî 60ê Cangoriyên Endamên Tevgera Apoyî, bê mezel in. Ramazan Dengîz ji bo avakirina ‘Bankaya DNAyê’ bang li dewletê kir û xwest goristanên hatine texrîbkirin bibin xwedî statu.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di encama şer û polîtîkayên tunekirin û îmhakirine de bi hezaran kes hatin qetilkirin û windakirin. Lê gelek kesên ku ji hêla dewletê ve hatin qetilkirin kêm ji wan bê kêlî û nav in. Piranî kesên hatin qetilkirin û windakirin an di gorên bêkesan de hatine veşartin an jî bi tu awayî cihê wan nayê zanin.
Derbarê gorên bêkes û rewşa malbatên cangoriyan de MEBYA-DER raporek girîng bi ajansa me re parve kir. Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz bal kişand ser girîngiya manewî ya meha gulanê ji bo gelê kurd û ragihand ku di serdanên wan ên navçeyên Amedê de rastî tabloyeke xembar hatine.
Ramazan Dengîz destnîşan kir ku li herêmê bi sedan gorên bênav û bênasname hene û herî kêm ji sedî 60ê malbatên ku wan serdana wan kiriye, ji ber nebûna mezelan daxwaza edalet û hestiyên zarokên xwe dikin.
‘Meha Gulanê di hafizaya gel de xwedî cîhekî taybet e’
Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wateya manewî ya meha gulanê û wiha got “Wekî hûn zanin, gelê Kurd vê mehê wek pîroz dibîne. Bi taybetî qetlkirina Heqî Karer di 18ê Gulana 1977an de ji hêla hêzên tarî ve û her wiha di 17ê Gulana 1982an de li Zindana Amedê çalakiya bi heybet a ku bi pêşengiya Ferhat Kurtay û hevalên xwe hat lidarxistin, di hafizaya gelê kurd de xwedî cihekî pir girîng e. Ji ber vê yekê ev meh ji bo me meheke pîroz e û me xwest di vê mehê de navçeyên xwe ziyaret bikin, guh bidin rexne û daxwazên gelê xwe.”
Li Amedê 374 gorên bêkes hene
Ramazan Dengîz derbarê lêkolînên xwe yên li navçeyên Amedê Erxenî, Pîran, Hazro, Licê, Farqîn û Bismilê de agahiyên berfireh da û diyar kir ku hejmara gorên bênav pir zêde ne û ev tişt anî ziman: “Li van 7 navçeyan bi giştî 337 gorên ku nayê zanîn aîdî kê ne, hene. Di gerên xwe de me fam kir ku ji xeynî van jî gor hene. Mînak, li Farqînê di salên 90î de otobûsek hatibû şewitandin û 37 kesên tê de bêyî ku bên naskirin li Farqînê hatibûn veşartin. Bi giştî li herêmê 374 gorên ku kes nizane aîdî kî ne, hene. Rewşa van goran dilê mirov dax dike; hinek ji wan qet wek mezel xuya nakin, ne kevirê wan heye ne jî numareyek. Divê em di pêşerojê de bi şaredariyan re têkevin têkiliyê daku kevirên van goran bêne çêkirin.”
Ji 2200 malbatî ji sedî 60 mezelên zarokên wan tune ne
Dengîz destnîşan kir ku wek MEBYA-DERê di 8-9 mehên dawî de serdana 2200 malbatên cangoriyan kirine û wiha encamên îstatîstîkî yên xembar parve kir: “Di encama ziyaretên me de derket holê ku ji van 2200 malbatan ji sedî 60ê wan mezelên zarokên wan tune ne. Malbatên me yên ku zarokên wan li Rojava, Başûr, li Zap an jî li Garê şehîd ketine, agahdar in lê ji ber ku gorek, kevirê mezelê ku biçin serdana wan û şîna xwe li ser bikin tune ye û di nav mereq û bendewariyeke mezin de ne. Daxwaza herî mezin a malbatan ew e ku bibin xwedî mezelek.”
Ramazan Dengîz ji bo çareserkirina vê pirsgirêka piralî bang li dewletê û saziyên pêwendîdar kir û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Li seranserê Kurdistanê bi hezaran gorên komî û yek kesî hene ku li benda çareseriyê ne. Ji bo ku ev hesreta dayikan bi dawî bibe, daxwaza me ya herî mezin ji dewletê ew e ku ‘Bankaya DNAyê’ bê avakirin. Heger ev bank bê avakirin, malbatên me dê xwînê bidin û bi rêya berhevdana DNAyê re dê derkeve holê ku ev hestî aîdî kî ne. Niha li Amedê 3 goristanên me yên mezin wek Pîrejman, Çemê Elîka û Sîsê hene. Piştî xirabûna pêvajoya salên 2014-2016an, ev mezel hatin texrîbkirin û xirabkirin. Dewlet niha van deran wek goristan qebûl nake û statuyeke wan a fermî tune ye. Em ê wek komele hewldanan bikin daku ev her sê goristan statûya fermî bistînin û bêne çêkirin.”
‘Em ê bibin bersiva rexne û gazinên malbatên xwe’
Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa psîkolojîk a malbatên cangoriyan û gazinên wan û wiha bidawî kir: “Malbatên me yên ku zarokên wan di salên 90î de şehîd ketine, temenê wan pir mezin e; di ser 70-75 saliyê de ne. Wan rexne li me kirin û gotin ku di warê serdan û ziyaretan de kêmasiyên me hene. Ev malbatên me yên temenmezin ji bo moralkirinê pir hewcedarê serdanên me û hevalên ku li ser navê tevgerê siyasetê dikin in. Em wek MEBYA-DERê, biqasî ku ji destê me bê em ê li ser van rexneyan bisekinin û bibin bersiva gazinên malbatên xwe.”





















