Li gorî rapora PRIOyê, şerê ku di sala 2025an a navbera dewletan qewimî de, ji Şerê Cîhanê yê 2yan û vir ve asta herî bilind e.
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê (PRIO) ku navenda wê li Norwêcê ye, rapora xwe ya bi navê ‘Meylên Şer’ (Conflict Trends) eşkere kir û nîşan da cîhan hîn bêhtir dikeve nav serdemeke nearam û tundiyê.
Di lêkolînê de hat ragihandin ku di asta navneteweyî de tundî hem ji aliyê cografî ve belav bûye, hem jî demdirêj û hilweşîner bûye. Her wiha îşaret bi wê yekê jî hat kirin ku kapasîteya saziyên navneteweyî ya ji bo rawesteandina şer lawaz bûye.
Li gorî raporê di sala 2025an de bi giştî 65 caran şer qewimî ku herî kêm dewletek li aliyê vî şerî bû. Ev hejmar ji sala 1946an û vir ve ku ji hingî ve dane têne komkirin, weke asta herî bilind hat destnîşankirin.
Şerê navbera dewletan jî di nava salekê de bi du qatî zêde bû û gihişt 8an û bi vî rengî rekora 80 salên dawî şikand.
Rageşiya li ser sînor a navbera Hindistan-Pakistanê, nakokiya Afganistan-Pakistanê, rageşiya sînor a navbera Kamboçya-Taylandê, şerê Rûsyayê yê li ser Ûkraynayê, operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê û rageşiyên herêmî yên li Rojhilata Navîn ji van şerê salê hatin nirxandin.
245 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan
Li gorî lêkolînê sala 2025an bû sala sêyemîn ku piştî bidawîbûna Şerê Sar herî zêde mirovan jiyana xwe ji dest dan.
Li seranserê cîhanê di şer û bûyerên tundiyê yên siyasî de nêzî 245 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 76 hezar û 500 ji qurbaniyan di encama êrîşên yekser ên li ser sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Komkujiyên li Sûdanê
Li gorî raporê, şerê navbera artêşa Sûdanê û hêzên paramîlîter, yek ji çavkaniyên herî girîng ên mirina sivîlan bû.
Tê texmînkirin ku tenê li bajarê El Faşerê yê li herêma Sûdanê di dorpêç û şer de 60 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.
Ji lêkolînerên PRIOyê Siri Aas Rustad anî ziman ku salên dawî gelek şer di heman demê de dewam dikin û got ku cîhan fersendê nabîne ku bêhnê bistîne.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bêkêr bû
Rustad ragihand ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bêkêr bûye, hevkariya navneteweyî lawaz bûye û cîhan ber bi dijberiyeke nû ve diçe.
Li gorî raporê, yek ji herêmên herî zêde dewlet tevlî şer bûne Efrîka ye. Li parzemînê 29 şerên cuda qewimîn. Piştî Efrîkayê parzemînên Asya, Rojhilata Navîn, Amerîka û Ewropa tên.












