Jinan li herêma Tolîma ya Kolombiyayê ji bo piştgiriya YPJê çalakî li dar xistin.
Di 22 û 23yê Gulanê de, li herêma Tolîma ya Kolombiyayê ji bo naskirina Şoreşa Jinên Kurd ên li Rojeva çalakî hatin lidarxistin. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî ji hêla Weqfa Yapawaira û navendên wê ya jinan ve hate lidarxistin.
Di axaftinan de behsa girîngiya rêxistina xweser a jinan, hebûna dijminê hevpar (zîhniyeta baviksalar) û îlhama ku ji prensîbên îdeolojiya rizgariya jinan hatiye girtin, hatin pervekirin. Her wiha li ser girîngiya parastina destketiyên jinên Rojava û bi taybetî jî yên YPJê nîqaş hatin kirin.
Pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk a Jinan a Cîhanê bala jinan kişand û beşdaran diyar kirin ku ew ê li ser kûrkirina diyalog û çareseriya pirsgirêkan nîqaşan kurtir bikin.
Nîqaşên jinan 2 rojan dewam kir. Jinan ji bo tevlîbûna kampanyaya “Em hemû YPJî ne” wêne kişandin.













