Artêşa Rizgariya Belucistanê cara yekem wêne û nasnameya jineke fermandar a bi navê Şehnaz Beluc û yekeya pê re parve kir.
Artêşa Rizgariya Belucistanê (BLA) bi salan e çek girtiye û car caran bi çalakiyên xwe ve dibin rojev. BLA yekem carê nasname û wêneya jina fermandar a Şehnaz Beluc û çend şervanên li gel wê belav kir û derbarê yekineyê de hin agahiyên girîng parve kir.
Ev koma şervanan, hikûmetê ji aliyê siyasî û aborî Pakistanê bêparkirina herêma sûcdar dike. Hikûmeta Pakistanê jî vê komê wek ‘rêxistina terorîst û gef ji bo ewlehiya neteweyî ya Pakîstanê’ pênase dike.
Pispor diyar dikin ku eşkerebûna jinên di peyama koma leşkerî de dikare bibe hewldanek ji bo zêdekirina bandorên civakî. Tê payîn ku ev gav dê bi rêya medyayê bandorê li ser têkoşîna çekdarî ya jinan û civaka kevneperest a Beluc bike.
Di salên borî di hin çalakiyan de rola jinan bal kişandibû. Lê belê bi awayeke fermî nasandina fermandareke jin û koma pê re pêşketinek nû û balkêş e.







