Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara ‘Batalkirina teqez’ weke Serokê Giştî yê CHPê hatibû tayînkirin, biryar girt ku dê di komcivînê CHPê de neaxive.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku bi biryara ‘Betelkirina Teqez’ ji peywîrê hat girtin, duh ragihandibû ku dê di komcivîna partiya xwe de biaxive. Di heman demê de Kemal Kiliçdaroglu ku bi wê biryarê weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywîrdarkirin jî biryar girtibû ku dê di komcivînê li dar bixe.
Li ser vê yekê li ber deriyê Meclîsê alozî derket û di navbera alîgirên Kemal Kiliçdaroglu û Ozgur Ozel de alozî qewimî. Di dema ku alozî berdewam dikir de Kemal Kiliçdaroglu biryar girt ku tev li komcivînê nabe û di seatên pêş de dê li Navenda Giştî ya CHPê daxuyiyaneke niviskî belav bike.
Her wiha Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş jî nivîsek ji Kemal Kiliçdaroglu re şand û diyar kir ku ew bi hinceta “ewlehiyê” ji bo komcivîna CHPê serdana welatiyan qebûl nakin, dê destûr neyê dayîn welatî tev li komcivînê bibin.













