PJAKê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand û diyar kir ku ew kesayetek têkoşer a di hemû şert û mercan de ligel gelê xwe rawestiya ye û Muslim wekî mînaka welatqarêziya rasteqîn pênase kir. Her wiha cenazeyê Salih Muslim piştî Deriyê Sînor ê Sêmalka li Girkê Ligê û Tirbêspiyê bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) ji bo Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim peyameke sersaxiyê weşand. Di peyamê de hate gotin ku PJAK bi xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya têkoşerê dêrîn û kesayeta diyar a Kurd Salih Muslim bihîstiye. Li gorî peyamê, wefata wî ji bo gelê Kurd bi taybetî Rojavayê Kurdistan û tevgera azadîxwaz a Kurd xisareke mezin e.
‘Di destkeftiyên Rojava de kedek mezin da’
PJAKê diyar kir ku Salih Muslim yek ji kesayetên welatparêz û têkoşer bû ku di hemû şert û mercan de li kêleka gelê xwe rawestiye û di demên zehmet û êrişên dijmin de jî ji têkoşînê paş neketiye. Di peyamê de hate ragihandin ku Muslim rola girîng di pêşketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û di bidestxistina destkeftiyên wê de hebûye û di demên êrişên rejîma Baas û çeteyên DAIŞê de hertim li cem gelê xwe cih girtiye.
‘Dê di dîroka Kurdan de her zindî be’
Di peyamê de hate gotin ku Salih Muslim mînaka welatparêzî û kesayetek têkoşer bû ku li ser rêya azadiyê bi rûmet û serbilindî pêngav davêje. PJAKê di dawiyê de sersaxiyê ji gelê Kurd, bi taybetî gelê Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê, PYDê, têkoşerên azadiyê û malbatên şehîdan re xwest û got ku bîranîna wî di dîroka gelê Kurd de wê zindî bimîne.
Rojava Salih Muslim pêşwazî dike

Piştî merasîma girseyê ya li deriyê Sêmalkayê, cenazeyê Salih Muslim ber bi bajarê Girkê Legê ve hate oxirkirin. Bi sedan şêniyên Girkê Legê ku li deriyê têketina bajar kom bûn, bi hildana alên PYD, Meclis Malbatên Şehîdan û Asayîşê û bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re pêşwaziya cenaze kir. Piştî Girkê Legê cenaze ber bi bajarê Çilaxa ve bi rê ket. Şêniyên Çilaxa ji bo pêşwazîkirina cenaze ber bi deriyê têketina bajar ve dimeşin.
Li Tirbêspiyê sedan Muslim silav kir

Şêniyên Tirbespiyê cenazeya şehîd Salih Muslim pêşwazî kirin. Karwanê Cenazeya Endamê Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim gihîşte bajarê Tirbespiyê û ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Şêniyên Tirbespiyê bi alên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn karwanê cenazeya Salih Muslim pêşwazî kir. Tê payîn karwanê cenazeyê Salih Muslim saet 15:00an de bigihîjê bajarê Qamişlo.
Dê sibe merasîma oxirkirinê li Staduyma Şehîdên 12ê Adarê ya bajarê Qamişloyê were lidarxistin û piştre ber bi Koobanê ve were rêkirin. Cenazeyê Salih Muslim dê li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê were veşartin.












