Beriya komcivînên partiyên siyasî li Meclîsê aloziya di komcivîna CHPê de Ozgur Ozel an Kemal Kiliçdaroglu biaxive, berdewam dike. Ber Deriyê Meclîsê jî ji aliyê welatiyan ve hat girtin û li ber Meclîsê alozî didome.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku bi biryara ‘Betelkirina Teqez’ ji peywîrê hat girtin, duh ragihandibû ku dê di komcivîna partiya xwe de biaxive. Di heman demê de Kemal Kiliçdaroglu ku bi wê biryarê weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywirdarkirin jî biryar girtibû dê komcivînê bike. Li ser vê mijarê yanî di komcivîna CHPê de dê kî biaxive alozî berdewam dike. Her wiha Ozgur Ozel û rêveberên CHPê beriya komcivînê derbasî eywana komcivînê bûn û amadekariya axaftinê dikin.
Beriya komcivînê derdora Meclîsê jî ji aliyê polîsan vê hat dorpêçkirin. Her wiha Deriyê Meclîsê jî ji hêla welatiyan ve hat girtin û girse li ber deriyê Dîkmenê kom dibe. Girseya li ber deriyê Dîkmenê bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî Kemal Kiliçdaroglu û biryarê didin. Her wiha alîgirên Kemal Kiliçdaroglu jî hatin ber Meclîsê û di navbera girseyê de alozî berdewam dike.
Di komcivîna CHPê de dê kî biaxive hê jî ne diyar e.













