Jina bi navê Defne Boz li mala xwe ya navçeya Şîşliyê ya Stenbolê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê ev demekî bû tu agahî ji Defne Boz nedihat girtin. Bi ser vê yêkê hevalên wê yên meraq kirine çûn li mala Defne Bozê. Dema deng ji malê nehatiye hevalên wê agahî dan polîsan. Polîsên hatine li malê dîtin ku Defne Boz bi awayeke guman jiyana xwe ji dest daye.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.













