MEBYA-DERê Mehmet Yildirim ê li gundê Neniyasê yê navçeya Licê di serdagirtina malê de hatibû kuştin bi bernameyekê bibîr anî.
Mehmet Yildirim di 24ê Gulana 2024an de dema li mala xwe ya li gundê Neniyasê yê Licê dima di serdagirtina malê de ji hêla leşkeran ve hate kuştin. MEBYA-DER di duyemîn salvegera mirinê de Mehmet Yildirim li ser gora wî bibîr anî. Tevî rêveberên MEBYA-DERê nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî jî tevlî bernameya bîranînê bûn.
Girseya li gund civiyaye ber bi goristana gund meş li dar xistin. Piştî meşê bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Keça Yildirim, Zehra Yildirim di bîranînê de helbestek xwend.
Di bîranînê de bavê Yildirim, Yemlîxan Yildirim axivî, bal kişand ser bêbextî û zilma li kurê wî hatiye kirin. Yemlîxan Yildirim bertek nîşanî zilma li wan hatiye kirin da û daxwaza edaletê kir. Dayika Yildirim, Ziynet Yildirim jî bi lêv kir ku kezeba wan hatiye şewitandin û xwest ku berpirsyar bên dîtin û darizandin.
Piştî bernameya li goristanê, girse derbasî mala şînê ya gund bû.
Biranîn bi xwendina mewlûdê bi dawî bû

















