Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kir ku ji bo pêvajo bi leztir bi rê ve biçe divê li Meclîsê qanûn bên çêkirin.
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji rojnameya Nefesê re axivî. Numan Kurtullmuş diyar kir ku ji bo pêvajo bê temamkirin û bi leztir bi rê ve biçe divê li Meclîsê qanûn bên çêkirin. Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêkê îradeya siyasî nîşan daye û wiha got: “Heta niha merhaleyeke zahmet bû. Ji niha şûn ve pêvajoya çêkirina qanûnan hêsantir e. Divê ji bo pêvajo temam bibe hêzên ewlehiyê yên dewletê mekanîzmayên kontrolê bixin dewreyê û piştre jî li Meclîsê çêkirina qanûnan dest pê bike.”












