Bi daxwaza Kemal Kiliçdaroglu polîs bi zorê ketin hûndirê Navenda Giştî ya CHPê. DEM Partî derbarê bûyerê daxuyanî da û got: “Divê rêgezên hiqûqa demokratîk û nêzîkatiyên aştiya civakî esas bê esasgirtin.”
Kemal Kiliçdaroglu piştî biryara “Batalkirina teqez” a Dadgeha Îstînafê wek Serokê Giştî yê CHPê hate tayînkirin. Kiliçdaroglû serî li Walitiya Enqereyê da ku navendê radestî wî bikin. Bi ser vê yekê polîsan Navenda Giştî ya CHPê dorpêç kir. Piştî biryara tahliyekirina Navenda Giştî ya CHPê bi sedan welatî ji bo tehliyekirinê bidin sekinandin hatin li pêşiya navenda giştî ya CHPê. Polîsan bi mudaxileya xaza îsotê û wesayîtên TOMAyê, ketin hundirê navendê.
Parlamenterên CHPê û rêveber ji bo radestnekirina navenda giştî li ber xwe didin. Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel jî dîmenek ji dema têketina polîsan parve kir û diyar kir ku ew di bin êrişan de ne û heta kengî dê li ber xwe bidin nediyar e.
Li derdora Navenda Giştî ya CHPê jî girsê kom dibe û bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî rewşe didin. Polîs jî bi xaza îsotê êrişî girseyê dike. Bertekên girseya li pêşiya Navenda Giştî ya CHPê kom bûye didome.
DEM Partiyê daxuyanî da
DEM Partiyê têkildarî êrîşa polîsan daxuyanî da û wiha got: “Em bi fermana walitiyê ketina polîsan a navenda CHPê ya bi darê zorê derxistina parlementer, rêvebir û girseya CHPê qebûl nakin.”
DEM Partiyê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Pêwistiya bingehîn a Tirkiyeyê xurtkirina rêgezên hiqûqî, mezinkirina aştiya civakî û berfirehkirina qadên siyasî û demokrasiyê ye. Lê belê di rêbaza zextê de israkirin tu carî nayê qebûlkirin. Wek DEM Partî duh û îro em jî li dijî her cure mudaxeleyên siyasî ne. Divê aliyên berpisyar dev jê helwestên xwe yên rageşiyê mezin dikin berdin. Em bang dikin ku li gorî rêgezên hiqûqa demokratîk û nêzîkatiyên aştiya civakî esas digirin, tevbigerin. Û em ji rêveberên CHPê û alîgirên CHPê re dibêjin ku bi awayekî çêker û diyalog pirsgirêkan çareser bikin.”












