Bi biryara Serokkomar Erdogan Zanîngeha Bîligiyê hate girtin. Xwendekarên zanîngehê yên li dijî vê biryarê têdikoşin ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Di 22yê Gulanê de bi biryara Serokkomar Erdogan Zanîngeha Bîlgiyê hate girtin. Bi ragihandina biryarê re xwendekarên zanîngehê dest bi çalakiyan kirin. Di roja 3yemîn xwendekarên çalakiyê li dar dixin ji hêla polîsan ve hatin dorpeçkirin.
Xwendekarên di bin dorpeçê de bi dirûşma “Bi berxwedanê em ê serbikevin” berz dikin. Di bin dorpeça polîsan de berxwedana xwendekaran didome.













