Polîs bi xaza îsotê û ava şid êrişî CHPiyên xwestine derbasî Navenda Giştî ya CHPê bibin kir.
Bi dorpêçkirina Navenda Giştî ya CHPê ya ji aliyê polîsan ve, gelek CHPî berê xwe dan li navenda giştî. Welatiyên ji hêla polîsan vê hatine sekinandin demeke dirêj nerazîbûn nîşan dan û bi dirûşman bertek nîşanî biryarê û dorpeça polîsan dan. Welatiyên xwestin dorpêça polîsan derbas bibin û biçin navendê, rastî êrişa polîsan hatin. Polîsan bi ava şid û xaza îsotê êrişî girseyê kir.
Tevî êrişê jî welatî li pêşiya Navenda Giştî ya CHPê dûr neketin û çalakiyên nerazîbûnê didomînin.














