* Hevserokê DAD SAZê Sîpan Gokhan destnîşan kir ku divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qanûnê ve divê bê zelalkirin û got: “Demek dirêj derbas bû lê gavên pêwîst nehatin avêtin. Divê qanûn werin amadekirin di muzakereyan de hemû alî wekhev bin. Ev xal girîng e.”
* Hevjînê Sevîm Yildirimê, Mehmet Yildirim ê li gundê Neniyasê yê Licê dema di serdegirtina malê de hatiye înfazkirin anî ziman li şûna darizandineke hiqûqî, bi awayekî hovîne hat înfazkirin.
* Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz diyar kir ku li gorî encama xebatên wan ên 8-9 mehên dawî ji sedî 60ê menzelên endamên tevgera Apoyî di statuya bêkesan de ne û got divê dewlet ‘Bankaya DNAyê’ ava bike û xwest statuya fermî bidin goristanên hatine texribkirin.
* Nivîskar Elîf Gemîcîoglû û weşanger Qahir Bateyî bal kişandin ser astengî û qedexeyên li ser weşangeriya Kurdî û destnîşan kirin ku ji bo parastina hebûn û ziman, divê hişmendiya Kurdewarî û weşangeriyê bê xurtkirin.
* Amed di bin bihayên zêde de xwe ji bo pêşwazîkirina Cejna Qurbanê amade dike. Liv û tevgera cejnê kelecana salên berê nade nîşandan û her kes xweziya xwe bi cejnên berê tîne.
* Îsal gelemperî li bakurê Kurdistanê zivistan dirêj bû lê li herêma Serhedê zivistan dirêjtir û dijwartir derbas bû. Demsala biharê li Westanê rûyê xwe bi kulîlkan reng û reng nîşan da.
* Mehmet Yildirim ê di 24ê Gulana 2024an de li mala xwe ya li gundê Nenyasê yê Licê di serdagirtina malê de hatibû kuştin, dê li ser gora xwe bê bibîranîn. (12:30)
Kirmanckî
* Hingdar û citkar Murat Ateş dewa Xiver yê Pilemûrîye de weşîya xo rameno. Hardê xo ra dûr nêkeweno. Wayîrvejîyayîşê harde xo ser o vano: “Reçe xo ke kerd vîndî, endî welate xo ra dûr manenîme.”
* Hemserekê Şaredarîya Sûrî Adnan Orhanî bale ante serê tehlûkeyê vîndîbiyayîşê ziwanê kurdkî-zazakî û vat: “Ewro ziwanê ma qonaxê vîndîbîyayîşî de yo. La ma her ca de zazakî qisey nêkenê û ziwanê ma tewr zêde binê asîmîlasyonî de yo û çiqas şino vîndî beno. Semedê ke zazakî rewşa vîndîbîyayîşî ra bixelisîyo ma do sey şaredarî hewl bidê ke qursan akerê û medyaya şaredarî de hîna zêde ca bidê zazakî.”








