Şaredariya Peyasê ragihand ku ji ber gotinên Serokê Rûmetê yê Koç Holdingê Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd, kirîna 11 wesayîtên ji Otosana Koç Holdîngê betal kiriye.
Serokê Rûmetê yê Koç Holdîngê Rahmî Koç li Balçovaya Îzmîrê di vekirina Nexweşxaneya Amerîkî de heqaret li jinên Kurd kiribû. Piştî ku ev dîmenê Rahmî Koç ê nijadperest li ser medyaya dîjîtal belav bû, gelek kesan nerazîbûn nîşan da û ev yek weke nijadperestiya li dijî Kurdan şîrove kir. Bertekên li dijî gotinên Rahmî Koç berdewam dikin. Şaredariya Peyasê jî ji ber vê heqareta Rahmî Koç kirîna 11 wesayîtên Tourneo Courier ji Otosana Koç Holdîngê betal kir. Şaredariya Peyasê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew biçûkxistin û cihêkariya li dijî jinên Kurd qebûl nakin. Şaredariyê di daxuyaniya xwe teqez kir ku ew li gorî felsefeya azadiya jinan û wekheviya gelan tevdigerin û li hemberî nêzîkatiyên wiha bêdeng namînin.
‘Li hemberî bêrêziya Jinên Kurd bêdeng nemînin’
Şaredariya Peyasê diyar kir ku ev biryar li gorî nêzîkatiya rêveberiya herêmî ya DEM Partiyê ya bi armanca azadiya jinan hatiye girtin û wiha got: “Jinên Kurd di têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê de hêzeke pêşeng in. Wan di avakirina jiyaneke wekhev û demokratîk de roleke girîng lîstiye. Em ê li hemberî her cure nêzîkatiyên ku rûmeta jinên Kurd dike armanc, bêdeng nemînin.”













