Wan – Îsal gelemperî li bakurê Kurdistanê zivistan dirêj kişand, lê li herêma Serhedê zivistan dirêjtir û dijwartir bû. Demsala biharê li Westanê rûyê xwe bi kulîlkên reng û reng nîşan da.
Îsal gelemperî li bakurê Kurdistanê zivistan dirêj kişand, lê li herêma Serhedê zivistan dirêjtir û dijwartir bû. Di mehên zivistanê de li gelek bajarên Serhedê li gor salên bihorî îsal zêde berf barî. Hîna jî li gelek bajarên Serhedê bandora baranê berdewam dike. Yek ji bajarên Serhedê Wan piştî mehên zivistanê yên dirêj, di dawiyê de hêdî hêdî gihîşt biharê. Bi germbûna hewayê re xwezaya Wanê ji nû ve zindî bû û bi gul û kulîlkan xwe xemiland.
Westan bi xweşiktiya xwe balê dikişîne
Yek ji navçeya Wanê ya ku herî xweşik Westan e ku bi rengên biharê xwe dixemilîne. Westan, li başûrê rojavayê Behra Wanê û li ser xeta rêya navneteweyî ya Wan-Bidlîsê cih digire. Bakurê wê bi temamî Behra Wanê ye. Rojhilatê wê Çiyayê Artosê ye. Navsera Çiyayê Artosê bi mij û dûmanê nixumandiye, gelî û newalên wî, berpal û berwarên wê bi keviyên berfê tije ne. Sermaya Serhedê hê li navsera Artosê kêm nebûye. Lê li qûntar û binetarên Artosê germahiya biharê xwe dide hîskirin. Westan a ku li qûntara Artosê ye xwe bi pîvok, lîlax, beybûn, gulebûk û gihayên keskeşîn xemilandiye. Ev xweşikiya nevçeya Westanê bala xwezahezan jî dikêşîne û di meha Gulanê de gelek kes ji bajarên derdor û navenda Wanê tên li Westanê xweşiktiya xwezayê temeşe dikin û digerin.
Çem û kaniyên wê pir in
Ava berfê ya ku li qeraxên çiyayê Artosê diherike deştê ji nû ve ruh dide axê û xwezayê zindî dike. Westan ji aliyê ava vexwarinê ve pir dewlemend e. Ji ber berfa zêde ya ku li Çiyayê Artosê û çiyayên derdorê dibare, di biharê de gelek çem û kaniyên gur diherikin. Ev av hem ji bo vexwarinê hem jî ji bo avdana baxçeyên fêkiyan û zevî û bostanan tên bikaranîn.
Lîlax
Lîlax yan jî xencelîsk (bi latînî Syringa vulgari) yek ji wan gulan e ku xwezaya Westanê dixemilîne. Kulîlkên wê bi gelemperî bi rengên binevşî, lîlax (binevşiya vekirî), spî û carinan jî pembeyî ne. Taybetmendiya herî navdar a lîlaxê bêhna wê ya pir xweş û tûj e. Di biharê de bêhneke pir xweş dide derdorê. Ev gul di serê biharê de vedibe, lê temenê kulîlkên wê pir dirêj nîn e, tenê çend hefteyan li ser daran dimîne. Ev kulîlk li herêmên çiyayî, zozan, mêrgên şanaz û li rexê avan bi awayekî xwezayî şîn dibe. Li Kurdistanê, bi taybetî di biharê û serê havînê de li ser çiya û zozanan pir tê dîtin.
Xecxecok
Xecxecok ku wekî gûla xatûnê yan jî gulebûk jî tê nasîn, pelên xwe veda ne. Pelên Xecxecokê yên sor pir nazik û tenik in. Hema ku tu destê xwe bidiyê an bixwazî jê bikî, zû diweşin. Di nava gulê de tovikên reş û tarî hene ku wekî xaleke mezin dixuyên.
Giyajaj
Yek jî kûlîlka herî balê dikşîne ser xwe Giyajaj e. Gulên wê pir piçûk, spî û bi rengê wekî sîwanan li serê gihayê kom dibin. Dema ku bi hev re vedibin, wekî xalîçeyek spî ya spehî xuya dikin. Ev kûlÎlk li herêmên bejî, li kêleka rêyan, di nav zeviyên çandiniyê de, li cihên vala û li ser axên kevirî yan jî ziwayî pir bi hêsanî şîn dibe. Li hinek herêman, pelên wê yên ciwan (berî ku gul bide) ji ber tama wan a hinekî tûj (mîna tere an sîr) di nav salatan de an jî bi sorkirinê tên xwarin.
Beybûn
Yek jî bedewa xwezaya Westanê Beybûn e. Beybûn guleke pir xweşik, dermanî û pir xwemalî ye ku li herêmên Kurdistanê bi hatina biharê re li çol û deştan li pir cîhan şîn dibe.














