Amed – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji konferansa rêveberiyên xwecihî re şandibû nirxand û got: “Serokatî dibêje, ‘Sermayeya rêveberiyên herêmî gel e’. Em fikr û ramanên gelê xwe, şîret û rexneyên gelê xwe li ber çavan bigirin, em ê tu caran nekevin kêmasiyê. Gel bi te re be, tu hêz nikare serê te bitewîne û tu yê her tim jî serkeftî bî.”
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk ku li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê tê lidarxistin, dê îro bi dawî bibe. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir di nav de gelek parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsên şaredariyan û endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî konferansê bûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Konferansê re peyamek şand û bal kişand ser rêveberiyên xwecihî û rê û rêbazên wê.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyim tayînî şûna wî hatiye kirin, peyama Rêberê Gelê Kurd nirxand.
‘Ev konferans ji bo me girîng in, dîrokî ne’
Abdullah Zeydan li ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên “entegrasyona demokratîk tenê bi demokrasiya herêmî dikare bi wate bibe” rawestiya û wiha axivî: “Bingeha peyama hatiye xwendin paradigmaya Rêberê Gelê Kurd e û ew jî bingeha xwe ji paradîgmaya gel distîne. Heger em bixwazin demokrasiyê bînin, divê di rêveberên xwecihî de gel hebe. Hem aliye biryardayinê, hem aliye hesabpirsînê. Ji ber vê yekê Serokatî dibêje: ‘Eger di herêmê da demokrasî tune be, di komartiyê da jî demokrasî tune ye’. Bîngeha entegrasyona demokratîk jî ew e ku herêm, rêveberên xwecihî demokratîk bin. Ji ber vê yekê tevlibûna gel û avakirina komunan girîng e. Jiyaneke rêxistinkirî, jiyaneke wekhev, hevpar, aqilekî hevpar, kolektîf hewce ye. Ji ber vê yekê li vir rol û mîsyona rêveberên xwecihî jî pir girîng e, bi taybetî jî ya şaredariyan. Ji bo vê îro em jî konferansekê li dar dixin. Em di van du salên derbas kirin de, li ku derê kêm man, me li ku derê xeletî kir. Tekîliyên me yên bi gel re çi bûn. Ev paradîgmaya em diparêzin, ya ku azadiya jinan, parastina xwezayê me çend dan jiyankirin? Me çend gel di xebatên rêveberiyên şaredariyê de kirin xudan peyv? Ji ber vê yekê ev konferans ji bo me girîng in, dîrokî ne.”
‘Em ê bi hev re destê xwe bidin hev û jiyaneke komunal ava bikin’
Abdullah Zeydan anî ziman ku siyaseta Kurd ser rexne û rexnedariyê dimeşe û wiha pê de çu: “Helbet hinek caran dikeve kêmasiyê lê ya girîng ew e ku mirov kêmasiya xwe tespît bike, gor xwestek, pêşniyar, rexne û şîretên gelê me û paradigmaya me, em ji bo pêşerojê xebat bikin. Ji ber vê yekê konferansên bi vî rengî ji bo me weke pêvajoyên pêşketin, raperîn û xwenavkirinê ne. Îro Serokatî firseteke mezin aniye pêşiya gelê Kurd, gelê Tirk û gelê Rojhilata Navîn. Bi taybet jî gelê Kurd, pêşengên gelê Kurd, em hevalên ku xwe pêşeng dibînin, rêveberiya vî gelî dikin, divê li gorî ruhê vê pêvajoyê em jî pêşniyarên, şîretên Serokatî ber çav bigirin û komînan ava bikin. Ji bo avakirina, înşakirina komunan weke hevşaredar, weke endamên meclîsê, weke rêveberên xwecihî, pêşengtiyê bikin. Serokatî dibêje: ‘Şaredariyên komun e, komun şaredarî ne’. Lê eger em civaka xwe ava bikin, jiyaneke komunal ava bikin, dema civak rêxistin bû, demokratîk bû, ew ê komar jî demokratîk bibe. Di vî aliyî de barê herî mezin ser milê me ye, lê em li gorî vê rêbazê hinek kêm man, lê em bawer in ev konferans wê bibe sedema vê yekê îro pê ve ji bo rêxistinkirina civak, gel, hevalên jin, hevalên ciwan, hevşaredar, endamên meclîsê, giştî rêxistina me, em ê bi hev re destê xwe bidin hev û jiyaneke komunal ava bikin.”
‘Sermayeya rêveberiyên herêmî gel e’
Abdullah Zeydan diyar kir ku heger ew weke ruhekî kolektîf her tim bi gel re bin, gel dê her tim li navenda biryardayinên hevpar da be û wiha domand: “Em fikr û ramanên gelê xwe, şîretên gelê xwe, rexneyên gelê xwe li ber çavan bigirin, em bawer in em ê tu caran nekevin kêmasiyê. Ji ber hindê Serokatî dibêje: ‘Sermayeya rêveberiyên herêmî gel e.’ Raste dibe ku pergal li ser sermayeyê êrîşan bike, dibe ku pergal ji aliyê aboriyê ve destê me tengbike, lê heger gel li gel te be, tu hêz nikare serê te bitewîne û tû dê her tim jî serkeftî bî. Dîrokê jî nîşanî me daye, çi hizb çi tevger, çi hişmendiyên ku gel piştgirî bidê, piştvaniya wî bike, wenda nake, her tim serdikeve. Vê yekê em di dîroka tevgerê da jî dibînin. Em vê di xwedîderketina li Serokatî û partiyê de jî dibînin.”
‘Em bawer in ku ji îro pê ve em ê rexnedayîna xwe bidin gelê xwe’
Abdullah Zeydan da zanîn ku ew rexneyên gel berbiçav digirin û heger ew bi gel re xebatan bikin, komûna xwe ava bikin, ew ê her tim serbikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Elbet, rexneyên gelê me hene. Ev rexne rast in jî. Çima rast in? Ji ber ku li vir em hinekî dûrî nirxên xwe ketin, em dûrî paradîgmaya xwe ketin, em dûrî Serokatiya xwe ketin, em dûrî gelê xwe ketin. Eger tu dûrî gelê xwe bikevî, tu dûrî nirxên xwe dikevî, tu yê bikevî kêmasiyan. Ji ber vê yekê divê tu caran dûrî fikriyata xwe, paradîgmaya xwe, Serokatiya xwe, nirxên xwe nebî. Ev jî rêyek vê heye, gelê me gelekî fedakar e, tu caran me naxapîne. Divê em li ser gelê xwe serdest nebin. Tenê em ji kî derê hatine ji bîr nekin, em nirxên xwe ji bîr nekin, em bizanibin ku em temsîliyeta çi dikin, em emanetê kê ser dilê xwe da hildigirin. Ji ber vê yekê hêviyên me mezin in, moralê me bilind e. Çend kêmasiyên me hebin jî, yên ku rê, rêbaz û ronahiyê nîşanî me didin hene. Serokatiya vî gelî heye, paradîgmaya me heye, manîfestoya me heye. Gelê me yê fedakar û qedirbilind, rûmetgir heye. Em bawer in ji îro pê ve em ê rexnedayîna xwe bidin gelê xwe. Li gorî pêşniyar û şîretên gelê xwe, pratîka xwe, ya layîqî Serokatî û nirxên xwe, pratîkeke bilind, ava kirina, înşakirina komunan da, layîqî gelê xwe pratîkekê pêş bixin.”













