awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

7 filistînî di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin

1 KANÛN 2024 - 12:31
Kategorî: CÎHAN
A A
Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê mûşokeke ku ji Yemenê hatibû avêtin, anîn xwar. Pişt re Îsraîlê navend û başûrê Xezayê bombebaran kir. Di êrîşê de 2 jê zarok 7 filistînî hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan mûşokeke ku ji Yemenê hatiye avêtin, li derveyî asîmanê Îsraîlê anî xwarê. Artêşa Îsraîlê piştî mûşok anîn xwarê navend û başûrê Xezayê bombebaran kir. Di êrîşê de 2 jê zarok 7 filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Ajansa Nûçeyan û Ragihandinê ya Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe ji çavkaniyên bijîşkî wergirtine ev agahî dan: “Dagirkeran li derdora Bîr 19an a li başûrê rojavayê Mewasî Xan Yûnisê konek koçberan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 zarok şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.”

Ajansê destnîşan kir ku di encama bombebarankirina kampa Şabûra ya li navenda bajarê Refahê de 4 welatî hatin kuştin. Danê sibê hêzên Îsraîlî, di dema serdegirtina çend malan de, li bajarê Salfit ê li bakurê Difa Rojava 5 filistînî destgîr kirin û li bajarokê El Muxîre yê bajarê Ramalayê jî çend xwendekarên dibistanê destgîr kirin.

 

Etîket: 7 filistînîfilistinîÎsraîlYemenê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Rayedarên Îsraîlê: Tirkiye xetên sor derbas bike dê mûdaxile bê kirin

Rayedarên Îsraîlê: Tirkiye xetên sor derbas bike dê mûdaxile bê kirin

22 KANÛN 2025
Nûnerê Trump ji bo çekdanîna Haşdî Şabî diçe Iraqê

Nûnerê Trump ji bo çekdanîna Haşdî Şabî diçe Iraqê

22 KANÛN 2025
Di nexşeya nû ya Sûriyeyê de Golanî dest ji Golanê berda

Di nexşeya nû ya Sûriyeyê de Golanî dest ji Golanê berda

21 KANÛN 2025
Yewnanistanê piştî moşekên Îsraîlê keştî ji Fransayê kirî

Yewnanistanê piştî moşekên Îsraîlê keştî ji Fransayê kirî

19 KANÛN 2025
Yewnanistanê moşekên SPIKE li giravên Egeyê bi cih dike

Yewnanistanê moşekên SPIKE li giravên Egeyê bi cih dike

18 KANÛN 2025
‘Îsraîl ji bo operasyonê li benda bersiva Trump e’

‘Îsraîl ji bo operasyonê li benda bersiva Trump e’

17 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • KANÛN 2025 (472)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne