awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Mexmûrê pêşengeha 4ê Nîsanê

Navenda Nûçeyan / AW

2 NÎSAN 2026 - 10:58
Kategorî: CIVAK, ROJANE
A A
Çalakiyên 18emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4ê Nîsanê ku bi boneya rojabûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi vekirina pêşengeha hunerî didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 18emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4ê Nîsanê ku bi boneya Rojabûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi çalakiyên curbicur berdewam dike. Di çarçoveya mîhrîcanê de li Salona Konferansê Navçeyê pêşengeha hûnerî hate vekirin. Di pêşengehê de gelek hunerên dest ên ji hêla xwedevan, hunermend, zarok û ciwanên wargehê ve hatine çêkirin, ji hezkerên hunerê re hatin pêşkêşkirin. Pêşengeha ku îro serê sibê hate vekirin wê heta 4ê Nîsanê ji serdana gel re vekirî be.

‘Rojbûna gelê Kurd e’

Têkildarî pêşengeha bi rêzgirtinê hate vekirin Xwendevana Atoleya Şehîd Adil Mêrdîn, Zozan Hilalî axaftina vekirinê kir. Zozan Hilalî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Îro netenê rojbûna Rêber Apo ye, di heman demê de rojbûna gelê Kurd e. Gelê Kurd xwedî dîrokek kevnar ya çand û hunerî ye. Her tim parastina çand û zimanê xwe kiriye, ji bo vê jî rastî gelek qirkirin û asîmilasyonê hatiye. Gelê Kurd ku di nav tarîtiyê de dijiya, bi saya Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiyê kir. Ji bo wê jî 4ê Nîsanê ji bo me xwedî giringiyek zêde ye. Emê heta dawiyê şopdarê rêça Rêber Apo bin.”

Her wiha ji ber ku roja 2yê Nîsanê roja zarokên astengdar e, qûrdela pêşangehê ji aliyên zarokên astengdar ên Navenda Hêvî ve hate birîn û pêşengeh ji temaşkirinê re hate vekirin.

Etîket: Abdullah OcalanKampa Rustem CudîMexmûrpêşengeh
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

25 GULAN 2026
Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

24 GULAN 2026
Beriya konferansê hiqûqnasên Kurd bang kirin: Divê bilez statuya birêz Ocalan bê diyarkirin

Beriya konferansê hiqûqnasên Kurd bang kirin: Divê bilez statuya birêz Ocalan bê diyarkirin

22 GULAN 2026
Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

20 GULAN 2026
Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin

Dr. Hazargol: Gav neavêtina derbarê statûyê de tê wateya cemidandina pêvvajoyê

19 GULAN 2026
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê: Li wî aliyê behrê muzakere li vî alî qedexe!

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê: Li wî aliyê behrê muzakere li vî alî qedexe!

18 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne