Bi boneya 4ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Goristana Pakrewanan a Binarê Qendîlê, 77 şitlên daran hatin çandin.
Bi boneya roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Goristana Pakrewanan a Mehmed Karasungur, bi amadebûna malbatên şehîdan û çalakvanên li sînorê Binarê Qendîlê, dar hatin çandin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan hate destpê kirin. Piştre welatî, çalakvan û malbatên şehîdan bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan 77 şitlên daran li goristanê çandin.
Bavê şehîd Serdar Rojhilat Îsmaîl Seîd ku tevlî merasimê bibû, balkişand ser girîngiya rojê û wiha got; ‘‘Em îro bi boneya rojbûna Rêber Apo kombûne û me 77 dar çandin. Em vê rojê li hemû malbatên şehîdan û gelê Kurd pîroz dikin. Ji ber ku jidayikbûna Rêber Apo, jidayikbûna gelê Kurd e.’’













