Li bajarê Besra yê Iraqê depoyeke petrolê û li gundekî Mûsilê depoyeke erzaq bi balafirên bêmirov hatin bombebarankirin. Piştî êrîşa li Besrayê şewateke mezin derket.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, danê sibê zû li bajarê Besra yê Iraqê, depoyeke petrolê ya ku ji aliyê şîrketeke biyanî ve tê birêvebirin, bi balafirên bêmirov hat hedefgirtin. Hat ragihandin ku piştî êrîşê di depoyê de şewateke mezin derketiye û tîmên agir vemirandinê ji bo kontrolkirina agir sewqî cihê bûyerê hatine kirin. Derbarê windahiyên mirovî de heta niha agahiyeke zelal nehatiye parvekirin.
Li Mûsilê depoya Tirkmenan hate bombekirin
Li aliyê din, li gundê Şîrîxana yê Mûsilê jî êrîşeke hewayî pêk hat. Li gorî nûçeyên herêmî, di vê êrîşê de depoyeke erzaq a aîdî Tirkmenan hatiye hedefgirtin. Hat diyarkirin ku di encama vê êrîşê de tu zirar negihîştiye kesî û tenê zirara madî çêbûye.
Heta niha tu aliyan berpirsyariya van her du êrîşan negirtiye ser xwe.









