awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan pênûs diyarî zarokan kir

Navenda Nûçeyan /AW

9 HEZÎRAN 2025 - 10:32
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Xwarziyê Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan Alî Ocalan li gel zarokên xwe yekem car çû Îmraliyê û bi xalê xwe re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan ji xwarziyê xwe re got: “Em li vir jiyaneke nû ava dikin’ û pênûs diyarî zarokên xwarziyê xwe kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata 1999an heta niha 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê tê girtin. Heta niha di hevdîtinên malbatê de tenê bi xwişk, bira û biraziyê xwe re hevdîtin kiriye. Yekem car bi minasebeta Cejna Qurbanê bi xwarziyê xwe re hevdîtin kir. Piştî 26 salan xwarziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Alî Ocalan re hevdîtin kir. Malbata Ocalan di 7 û 8ê Hezîranê de çûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Rêber Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekem bi zarokan re hevdîtin kir. Xwarziyê Abdullah Ocalan Alî Ocalan (Kurê Fatma Ocalan) li gel zarokên xwe Ronahi Arjin (10) û Dilan Arîn (11) û Parlamenterê DEM Partiyê biraziyê Ocalan Omer Ocalan çûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.

Alî Ocalan ku yekem car çû Îmraliyê ji nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ceylan Şahînli re axivî .

Alî Ocalan, anî ziman ku bi salan e dixwaze biçe Îmraliyê û hemû serlêdanên wî bê bersîv dimînin û got: “Rojev beriya cejnê telefon jêre hat û gotin ‘Serlêdan hatiye qebûlkirin. Di hevdîtina herî dawî ya malbatê de xwest dayika min jî bibîne. Lê dayika min hem nexweş e û hem jî divê refakatkarek pêre hebe. Min xwest ez wekî refakatkar pêre biçin. Şevek beriya cejnê parêzer telefon kir û diyar kir ku daxwaza te hatiye qebûlkirin. Ez pir kêfxweş bûm. Ez 50 salî me. Yekem car min bi serok re hevdîtin kir. Ji ber ku dayika min nexweş bû, me got belkî hatina wê ji bo tenduristiya wê bi pirsgirêk be. Ji ber vê yekê me biryar da ku ez li gel keça xwe Ronahî, Dîlan û Omer Ocalan biçin Îmraliyê û em ketin rêya Îmraliyê.

Pênûs diyarî zarokan kir

Alî Ocalan da zanîn ku nêzî saetekê bi ferîbotê çûn Girava Îmraliyê û got: “Em dema çûn gravê em derbasî salonê bûn. Nêzî 5-10 deqîqeyan em rawestiyan piştre me dît Serok hat. Me ew peşwazî kir. Cejna min û zarokan pîroz kir. Piştî 26 salan yekem car zarok dît. Eleqeyek mezin nîşanî zarokan da. Ew maç kirin. Pirs ji wan pirsî. Got ‘Hûn diçin dibistanê an na? Pênûs diyarî wan kir û got ‘Bixwînin’ Ji Ronahî re got ‘Tu bixwîne tu dixwaze bibe çi? Ronahî jî got ‘Ez dixwazim bibim parêzer.”

Alî Ocalan da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan bi giştî reşwa gund û Rihayê ji wî pirsî ye û wiha got: “Rewşa Xalfetiyê ji min pirsî. Hin hevalên xwe yên li gund pirsîn. Xizmên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Got ‘Ew kes ji bo me bi qîmet in. Xwest ez ji hemû gundiyên Xelfetîyê yek bi yek silav bikim. Min jî hemû kesên pirsa serok kir silavên serok ji wan re got. Min ew pir çalak û bi xîret dît. Li ser xwe û zindî bû. Got ‘Em li vir jiyaneke nû ava dikin. Wê zindîbûn û xîreta wî hêz û quwet da me jî. Pir bi hevî û kelecan bû. Got ‘Ez ciwan û zindî me. Li xwe pir miqate me.’ Piştre bi zarokan re eleqeder bû û pênûs diyarî wan kir.”

 

Etîket: Abdullah OcalanAlî OcalancejnDîyarîpênûszarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

25 GULAN 2026
Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

24 GULAN 2026
Beriya konferansê hiqûqnasên Kurd bang kirin: Divê bilez statuya birêz Ocalan bê diyarkirin

Beriya konferansê hiqûqnasên Kurd bang kirin: Divê bilez statuya birêz Ocalan bê diyarkirin

22 GULAN 2026
Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

20 GULAN 2026
Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin

Dr. Hazargol: Gav neavêtina derbarê statûyê de tê wateya cemidandina pêvvajoyê

19 GULAN 2026
Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

18 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne