awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

 ‘Rojnamegerî ne sûc e, rojnamegerên binçavkirî berdin’

Navenda Nûçeyan / AW

27 MIJDAR 2024 - 14:38
Kategorî: ROJANE
A A

Amed – DFG, MKG, TGS û Basin-Îşê binçavkirina rojnamevanan şermazar kir. Nûnerên saziyan destnîşan kirin ku ew ê dest ji nivîsandina rastiyan bernedin û xwetin rojnamevan demildest bên berdan.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) û Basin-Îş a girêdayî DÎSKê bi boneya nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevanan, nivîskar û hunermendan bikin, li ber avahiya DFG’ê ya li Semta Ofîsa Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.

Gelek rojnamevan tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin, ji rojnamegeran re azadî” vekirin. Rojnamevanan dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kirin.

Boltan: Em êrişên li ser rojnamevanan qebûl nakin

Di daxuyaniyê de ewilî Nûnertê Basin-Îşê  Hakki Boltan axivî û diyar kir ku niha di rojevê de serdegirtinek malên rojnamevanan a desthilatdariyê heye û got: “9 rojnamevan jî di nav de 16 rewşenbîr hatine girtin. Em vê operasyonê wek êrişek li ser çapemeniyê dibinin. Em bi tu awayî qebûl nakin. Em şermezr dikin. Em dixwazin hevalên me demildest werin berdin. Desthilatdarî her ku dixwaze xwe li ser pêya bigire, êriş dibe ser rojnamevanan. Hemû hevalên me rojnamevan ji ber pîşeya xwe tên tawanbarkirin. Siyaseta heyî ya desthilatdariyê ne ji bo xêrê û ne ji bo gel e. Em rojnamevan wê tu carî destûr nede ku siyasetek wisa li hemberî gel pêk were. Desthilatdarî her çiqas êrişî ser rojnamevanan dike jî lê tu encamek bi dest nexistiye. Helwest û sekna rojnamevanan her xurttir dibe. Bi tu awayî rojnamegerî ne sûc e.”

‘Rojnamegerî ne sûc e’

Piştre endama MKGê rojnamevan Dîlan Babat jî anî ziman ku rojnamevan ji ber nûçeyên xwe tên tawanbarkirin û got ku rojnamegerî ne sûc e û xwest rojnameger bên berdan.

‘Êdî bes e’

Nûnerê TGSê yê Amedê Mahmut Oral jî got: “Destê xwe ji ser rojnamegeran rakin. Êdî bes e.”

‘Em ê her rastiyan binivisînin’

Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglû jî wiha nerazîbûn nîşan da: “Em ê kêliyekî jî dest ji nivîsandina rastiyan bernedin. Bi paş ve gav neavêjin. Em ê têkoşîna xwe ya rojnamegeriyê û nivîsandinê bidomînin. Me heta îro bi paş ve gav neavêt û em ê neavêjin jî. Em dixwazin demildest hevalên me yên binçavkirî bên berdan.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: dgfDîlan BabatHaki BoltanMahmut Oral
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne