Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 11 sal berê bi rêya heyeta BDPê got: “Ya dikeve ser milê min ez dikim. Lazim e, hukûmet vê firsendê ji dest bernede. Divê Meclîs jî ya dikeve ser milê xwe bicih bîne.”
Heyeta DEM Partiyê di 28ê Kanûnê de çû Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Heyetê di 29ê Kanûnê de peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê di xala yekemîn de gotibû: “Ji bo pêvajo bi ser keve, hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nava hesabên demkî û teng, hewceye înîsiyatîfê li xwe bigirin, çêker nêz bibin û ji hêla erênî ve sûdewer bin. Ev yek pir girîng e. Bêguman yek ji zemînên vê sûdeweriyê ya herî girîng jî dê Meclisa Tirkiyeyê (TBMM) be. Tê dîtin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên berê dejî bal kişandibû ser rola rêxistinên civakî û rola meclisê.
11 sal berê di 18ê Adara 2013an de Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş û parlementerên BDPê Sirri Sureya Onder û Pervîn Bultan çûbûn Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Selehattîn Demirtaş di 20ê Adara 2013an de fikrên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan yên têkildarî pêvajoya çareseriyê, ji rojnameya Ozgur Gundemê re nirxandibû.
Selahattîn Demirtaş hestên xwe yên derbarê hevdîtinê de anîbû ziman û gotibû: “Ev cara despêkê bû min birêz Abdullah Ocalan didît û me hevûdin nas kir. Ev yek ji bo min kelecanek mezin bû. Abdullah Ocalan ji me re got; ‘Ya dikeve ser milê min ez dikim. Lazim e, hukûmet vê firsendê ji dest bernede. Divê Meclîs jî ya dikeve ser milê xwe bicih bîne. Ev îsyanek e û ez jî Rêberê vê îsyanê me.’ û sekna xwe nîşan da.”
Selahattîn Demîrtaş fikrên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên têkildarî Komara Tirkiyeyê jî wiha parve kiribû: “Hertim behsa salên 1920an, ku Komara Tirkiyê wê demê hatî avakirin dikir. Behsa civak û çandên cuda yên di nava Osmaniyan de dikir. Wê demê ji millet û baweriyên cuda gel hebûn û dikaribûn li ser heman erdnîgariyê bi hev re bijîn. Bi taybetî li herêma Kurdistanê nasnameyên cuda û baweriyên cuda hebûn û vana li hemberî qesra Osmaniyan xwedî mafê xweseriyê bûn. Pir girîngî dida vana. Yanê bi israr digot, pênaseya yek-milletî li Rojhilata navîn li ti dewletekê nayê. Kengî dewlet ji vê helwesta tek-milletî vegere, hingê wê azad bibin. Lê ya li şûna vêya bê danîn jî, divê ne netewe-dewlet be. Dibêje hemû nasname û baweriyên cuda dikarin di nava sîstema konfederal a Rojhilata navîn de bijîn.”
Selahattîn Demirtaş bal kişandibû ser hişyariyên Abdullah Ocalan ên li ser demokratîkbûnê û wiha cih dabû nirxandinên Rêberê PKK Abdullah Ocalan; “Divê ev deriyê tê vekirin em tev baş bikar bînin. Divê em ne li ser hefteya bê an jî meha bê bifikirin. Divê em li ser sedsalên bên bifikirin. Ez bi salan e amadekariya vê dikim û li ser vê dixebitim. Ji ber vê yekê dixwazim vê fersendê baş binirxînim. Eger AKP û hêzên din qîmeta viya zanibin wê ev yek pêk were. Berê pir fam nedikirin. Lê ez bawerim niha fam dikin guhertin çiqas pêwist e. Lê çiqas dikarin vê yekê derbasî pratîkê bikin, vê jî emê tev bi hev re bibînin.”
Selahattîn Demîrtaş gotibû “Min Abdullah Ocalan pir bi xwe bawer dît” û nirxandinên Abdullah Ocalan wiha berdewam kiribû: “Dibêje veguherîn şert e û lazime kesên pêdiviya wan bi vê guhertinê heye, kesên bindest ji vê pêvajoyê re bibin pêşeng û wê bi rêve bibin. Kî li hemberî vê veguherînê derkeve, wê berteref bibe.”