Amed – Her nebatek xwedî taem û sûdek e. Yek ji van nabetan jî hinar e. Hinar hem bi hebên xwe û hem jî bi qalikê xwe ji bo tenduristiya mirovan gelek sûdewer e. Li gorî lêkolînên zanistî 14 sûdên kalikê hinarê hene.
Her demsalek xwedî nebat û fêkiyeke. Her nebat û fêkiyek xwedî team û sûd in. Nebat û team, ji bo gelek nexweşiyan dermanên xwezayî nin. Yek ji van fêkiyan Hinar e. Wekî hemû fêkiyan, fêkiye hinarê jî pîroz e. Hinar ku li herêmên germ (tropikal) û hênik (jeotropîkal) şîn dibe, yek ji fêkiyên herî navdar ê Kurdistanê ye. Hinarên ku çandiniya wan li Kurdistanê zêde ye, yek ji fêkiyên herî şêrîn û tirş e ku di demsala payîzê de digihîje. Ji bilî ku wek fêkî xweş e, gelek feydeyên wê yên tendiristiyê jî bo mirov hene. Hinar hem bi hebên xwe û hem jî bi qalikê xwe ji bo gelek nexweşiyan derman e. Mirov bi piranî hebên hinarê dixwin û qalikê wê jî bavêjin. Lê dema lêkolîn tên kirin tê dîtin ku her nebat û fêkiyek hem bi teamê xwe û hem jî bi qalikên xwe di aliyê tenduristiyê de gelek dewlemend in. Piştî lêkolînên zanistî ev aliyên wan tên cespandin. Li gorî lêkolîna zanistî hat dîtin ku 14 sûdên qalikê hinarê hene.
Bi taybetî mirovên li bajaran dijîn, dema fêkî distînin tenê teamê wê-î dixwin û qalikê wî-ê davêjin. Lê li gundan hemû aliyê fêkî tên xwarin û bikaranîn. Dema qalik jê dikin an didin sewalan an jî wekî gubre diavêjin nava axê û wekî azot (N) li axê vedigerînin. Li gundan tu tişt naçe ser sergo û nabe gemar qirêj. Ji ber vê yekê ne derdor qirêj dibe ne jî sergo zêde dibe.
Werin em bi hevre li fêdeyên qalikên hinaran ên encama lêkolîna zanistî binerin:
Li gorî lêkolînên zanistî, di teamê hinarê de potasyum, kalsiyum, hesin û vîtamînên E, C, K, B1, B2, B6, asîta folik û beta karoten heye. Dîsa maddeya polifenolan zêde ye. Ji ber naveroka dij-oksidanê zêde ye, li dijî nexweşiyan bi hêz e. Bi qasî hebê hinarê, kalikê wê jî pir bi sûd e. Di 100 gramê hinarê de; 220 mg potasyûm, 36 mg fosfor, 10 mg kalsiyum, 12 mg magnezyum, 0.5 mg hesin, 0,35 mg cingo heye.
*Hebûna madeyên oksidanê dibe sedem ku toksinên di laşê mirov de kom bûbin ji laşê mirov bên paqijkirin.
*Li dijî zekem, bapêj şewbê hêza laşe mirov zêde dike.
*Hêza xweparastina laşe mirov xurt dike
*Kezeba mirovan ji qirêjiyên wekî bakterî û vîrûsan paqij dike.
*Liv û tevgera xwînê lez dike.
*Hevsengiya tansiyonê diparêze.
*Damarên dil li dijî nexweşiyan diparêze.
*Hêz û enerjiyê dide laşe mirov.
*Hevsengiya liv û tevgera roviyên mirov rast dike û li dijî kurm û zîroyan derman e.
*Mirovan ji berşoş (îshal) diparêze. Mîdê diparêze.
*Li dijî nexweşiyên diran, pidû û devê mirov derman e.
*Hestî û diranan zexm dike. Dijdîne.
*Çermê mirov diparêze.
*Li dijî weşandina porên mirov hêz e.