• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê eziyet li gel tê kirin

    Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê eziyet li gel tê kirin

    Dengdana taybet a Parlamentoya Iraqê dawî bû

    Dengdana taybet a Parlamentoya Iraqê dawî bû

    TJAyê starta rêzeçalakiyên 25ê Mijdarê da

    TJAyê starta rêzeçalakiyên 25ê Mijdarê da

    Komên paramîliter 11 welatî revandin

    Komên paramîliter 11 welatî revandin

    Siyasetmedarê Kurd Îshak Tepe jiyana xwe ji dest da

    Siyasetmedarê Kurd Îshak Tepe jiyana xwe ji dest da

    Kê kir û kê nekir

    Kê kir û kê nekir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê eziyet li gel tê kirin

    Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê eziyet li gel tê kirin

    Dengdana taybet a Parlamentoya Iraqê dawî bû

    Dengdana taybet a Parlamentoya Iraqê dawî bû

    TJAyê starta rêzeçalakiyên 25ê Mijdarê da

    TJAyê starta rêzeçalakiyên 25ê Mijdarê da

    Komên paramîliter 11 welatî revandin

    Komên paramîliter 11 welatî revandin

    Siyasetmedarê Kurd Îshak Tepe jiyana xwe ji dest da

    Siyasetmedarê Kurd Îshak Tepe jiyana xwe ji dest da

    Kê kir û kê nekir

    Kê kir û kê nekir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Sertê bang kir: Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe

Sêrt / AW

20 ADAR 2025 - 15:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Gelê Sêrtê Cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kir. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ew bang rêya aştiyê nişan dide.”

Gelê Sertê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bi pêşengtiya DEM Partî, DBP û TJAyê Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlementera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Parlementera HDPê ya berê Caglar Demîrel, endam û rêveberên DEM Partî, DBP, TJAyê û Dayikên Aştiyê û hezaran welatiyên Sêrtê tev li Newrozê bûn. Şahî li Qada Newrozê ya Sêrtê pêk hat. Bi hezaran gelê Sertê di seatên sibehê de cil û bergên xwe yê Kurdî li xwe kirin û herikîn qadê. Qad bi alên DEM Partî, DBPê û alên kesk, sor û zer ku li ser “Newroz Pîroz Be” nivîsî bûn hat xemilandin.

Di pîrozbahiyê de ji bo cangoriyên Kurdistanê rêz hat girtin û bernameyê dest pê kir. Girseyê li qadê bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîroz be” berz kir. Komîteya Amadekar a Newrozê û rêveberên DEM Partî, DBPê û Hevşaredarên Sêrtê yên ku li şûna wan qeyûm hatibû tayînkirin, derketin ser dikê û gel silav kir. Piştî silavkirinê hûnermendê NÇMê Metîn Kiliçarslan derket ser dikê stran gotin.

Agir li Botanê pêket û li Kurdistanê belav bû

Ewilî Parlementera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî. Sabahat Saritaşê diyar kir ku ji bo aştiyê divê girtigêh vala bibin û got: “Newroz berxwedan e. 50 sal berê li Botanê agirê Newrozê bilind bû. Ev agir li tevahiya Kurdistanê belav bû. Em hezar silavan ji yên xwe kirin Newroz re dişînin. Gelek hevalên me girtî ne. Em silavên xwe ji hevalên girtî re dişînin. Em bi taybet silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dişînin. Rêya me vekirî be.”

Tuncer Bakirhan: Newroz emanetê dayika Sakîne ye

Tuncer Bakirhan di serî de bal kişand ser giringiya Newrozê û wiha got: “Ez bi germahiya agirê Newrozê we silav dikim. Dibêjin ku Newroz ji bo Kurdan çiye? Newroz berxwedana gelê Kurd e. Newroz emenatê dayika Sakîne ye. Em soz didin ev agir dê tu carî venamire. Newroza tevahiya Kurdistanê silav dikim. Gelê Sertê ji bo aşitiyeke bi rûmet her dem li berxwe daye. Newroza ve pîroz be.”

Tuncer Bakirhan: Em Newroza Birêz Abdullah Ocalan silav dikin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku Newroza îsal li serdemeke dîrokî hevrast hatiye û got: “Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Abdullah Ocalan mohra xwe li Newroza 2025an da. Min silava birêz Ocalan ji we re aniye. Em jî Newroza birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin û silav û rêzên xwe dişînin.” Di vê navberê de girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Bakirhan, wiha domand: “Em tu caran ewqasî nêzî aştî û azadiyê nebibûn. Birêz Ocalan, ji bo polîtîkayên înkar û redkirinê bi dawî bibin û gelê Kurd bi ziman û çanda xwe bijî ev bang kir. Ji bo ku Elewî bibin hemwelatiyên wekhev û hêviya ciwanan geş bibe, ji bo êdî cenazeyên ciwanên Sêrtî, Samsunî, Trabzonî neyên ev bang kir. Got; ‘Bila Kurd û Tirk li ser zemîneke wekhev û bi xwişkûbiratî û demokratîk bijîn.’ Gelo hûn jî li gel vê bangê ne? Birêz Abdullah Ocalan tenê bang li Kurdan nekir. Her wiha bang li kedkar û karkerên Tirkiyeyê kir.

Heke em pêdiviyên vê bangê bicih bînin û berpirsyariyên xwe pêk bînin, em ê bi hev re deriyê Tirkiyeyeke bêşer û bêkedxwarî vekin. Hinek kesên xwenezan dibêjin ‘Kurd têk çûn lewma ev bang hate kirin.’ Berevajî vê, di banga birêz Abdullah Ocalan de têkçûyî yan jî serkeftî tune ne. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘Serkeftiyên tu şerî tune ne, lê dê aştî bi 85 milyon welatiyan bide qezenckirin û pêşiya kuştina ciwanan bigire.’ Lewma ev banga aştiyeke birûmet û jiyaneke wekhevîparêz e. Pisûleya me birêz Abdullah Ocalan e, rêgeha me ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ e. Heta ku rêgeha me diyar be û pisûleya me saxlem be, em ê rojên tarî ronî bikin û bi ser bikevin.

Bang li îktîdarê kir

Banga min ji bo partiya îktîdarê ye; heke hûn ji dil bin, gelo hûn qebûl dikin ku pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê were avakirin û pêdiviyên bangê bicih bînin? Heke hûn jî li gel vê bin, wê demê qeyûmê we tayînî Sêrtê kiriye paş ve bikişînin. Da ku em bawer bikin hûn ji dil in. Rêzê nîşanî îradeya gelê Sêrtê bidin.

Birêz Erdogan digot ‘mekanîka derbeyê.’ Rast dibêje. Birêz Erdogan heke mekanîka derbeyê hebe, jehrkuja vê demokrasî, azadî, bidawîkirina polîtîkaya tayînkirina qeyûman  e û avakirina zemîneke demokratîk e ku Kurd, Ereb, Elewî û baweriyên cuda bikarin li ser bijîn. Heta ku hûn qeyûman tayîn bikin, hûn ji vê mekanîkê re xizmetê dikin. Hêvîdarim ku kesên heta niha digotin ‘Kurd tune ne’ û ‘Em îradeya Kurdan nas nakin’ biguherin û veguherin. Em ê jî ji bo ku banga birêz Ocalan jiyanî bibe em ê 24 saetan kolan bi kolan bixebitin.”

Piştî axaftina hevserok Tuncer Bakirhan agirê Newrozê ji aliyê dayikên aştiyê, Tuncer Bakirhan û Parlementera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş ve hat pêxistin. Paşê Parlementara HDPê ya berê Caglar Demîrel axivî. Caglar Demîrelê diyar kir ku Newroz dê bibe wesîleya aştiyê û wiha got: “Em ji bo aştiyê têdikoşin. Felsefeya me “Jin Jiyan Azadî” ye. Salan e em tên qirkirin lê me dev ji doza xwe berneda. Newroza Rêberê Gelê Kurd pîroz be.”

Pîrozbahî bi Konsera hundermen Nacî Mizgîn bi dawî bû.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê eziyet li gel tê kirin

Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê eziyet li gel tê kirin

9 MIJDAR 2025
Dengdana taybet a Parlamentoya Iraqê dawî bû

Dengdana taybet a Parlamentoya Iraqê dawî bû

9 MIJDAR 2025
TJAyê starta rêzeçalakiyên 25ê Mijdarê da

TJAyê starta rêzeçalakiyên 25ê Mijdarê da

9 MIJDAR 2025
EMO: Bi salan e li vê erdnîgariyê şer heye

EMO: Bi salan e li vê erdnîgariyê şer heye

9 MIJDAR 2025
Wezîr ji bo Selehattîn Demîrtaş li benda biryara dadgehê ye

Wezîr ji bo Selehattîn Demîrtaş li benda biryara dadgehê ye

9 MIJDAR 2025
Komên paramîliter 11 welatî revandin

Komên paramîliter 11 welatî revandin

9 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (137)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne