Endam û rêveberên DEM Partiyê ya Îzmîrê ji bo tevlêbûna gel a Newroza Îzmirê ku sibê li Qada Gundogdu bê pîrozkirin belavok belav kirin û xwestin her kes beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Rêxistina DEM Partiyê dê sibê li Qada Gundogdu ya Îzmirê mîtînga Newrozê li dar bixe. Beriya pîrozbahiyê endam û rêveberên DEM Partiyê bangawaziya tevlêbûna Newrozê kirin. Nûnerên DEM Partiyê ji bo Newroza sibê ya ku li Îzmîrê bê pîrozkirin li qada Gundogduyê bangawazî kirin û belavokên Newrozê belav kirin. Di daxuyaniyê de parlamenterê DEM Partiye Îbrahîm Akin kesên li Îzmîrê dijîn vexwende Newroza 2025an a Îzmîrê. Piştre girse li kolanên Kemeralti belavokan belav kirin.